‘Belgeya’ te nebe tu nikarî biçî zozanan! 2021-05-07 12:14:38   WAN – Li Wanê li ser fermana walîtiyê li 84 mêrg û zozanan wê di 15’ê gulanê de qedexe dest pê bike. Ji bo kesên biçin zozanan kirê bikin û pezê xwe biçêrînin, divê "belgeyên" xwe li gel xwe bibin.    Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan di sala 2017’an de digot wê qedexeya li ser zozanan rabe û vê yekê wek “mizgîniyekê” dinirxand. Di ser vê “mizgîniyê” de 4 sal derbas bûn, lê hêj zozan û mêrgên gelek bajarên bakurê Kurdistanê qedexe ne. Li ser fermana walîtiyên bajaran her roj sepanek nû li van qedexeyan tê zêdekirin. Navenda van qedexeyan bajarên herêma Serhedê ne. Di serî de jî bajarê Wanê tê.    ÇÛYÎNA ZOZANAN JÎ ÊDÎ SÛC E!    Li Wanê 673 zozan hene. Herî dawî li ser daxwaza Fermandariya Cendirmeyan a Wanê 84 zozan û mêrg di bin navê “herêma ewlehiyê ya leşkerî” de hatin qedexekirin. Walîtiya Wanê jî meha derbasbûyî ferman da û kesên ku wê biçin mêrg û zozanên qedexekirî wê “ceza” li wan were birîn.    Her wiha walîtiyê ji bo çûyîna mêrg û zozanan şert danî ber welatiyan. Li gorî biryara Walîtiyê divê kesên ku biçin zozanan dê ji Komîsyona Mera ya Bajêr îcare bikin, ji bilî vê cihên werin îcare kirin wê deryasayî be û ceza were sepandin.    ÇÛYÎNA ZOZANAN JÎ ÊDÎ BI QEYDA SABIQÊ VE GIRÊDAN    Li gorî daxuyaniya walîtiya; wê qedexekirina mêrg û zozanan di 15’ê gulanê de destpê bike û heta 15’ê cotmeha 2021'an berdewam bike. Koçerên ku wê ji bajarên din biçin Wanê divê biçin serî li qeymeqamiya wê navçeyê bidin û ew kes û şivanên dê biçin zozanan belgeyên xwe li gel xwe bibin. Di daxuyaniya walîtiyê de tê gotin ku koçer û şivan neçar in fotokopiyên nasnameya xwe, du wêneyên wesîqe û qeyda sabiqayê li gel xwe bibin û serî li qeymeqamiyê bidin.    WÊ BANDOREK NEYÎNÎ LI SER ABIROYA XELKÊ BIKE    Endezyarê Çandiniyê Ozer Uçer qedexeya danîne ser zozan û mêrgan nirxand û ev qedexe bandorek neyînî li ser aboriya xelkê dikin û îzolekirina zozanan zirarê dide ekolojiyê û xwedîkirina sewal û însanan jî. Uçer destnîşan kir ku divê vê biryara qedexeyê ji ser zozanan were rakirin da ku xelk debara xwe bike. Uçer anî ziman ku wê ev qedexe bandorek neyînî li ser bi milyonan sewal bike û divê ew zozan wek herêma ewlehiya leşkerî neyên ragihandin.    MA / Bariş Donmez