‘Bila beriya dar werin birîn, doz bi dawî bibe’ 2021-04-29 09:00:33 RÎZE – Parêzer Yakûp Şekîp Okûmûşoglû yê ku li doza li dijî kana keviran a li navçeya Îkîzdereyê dinêre got doza wan didome û ew dixwazin beriya dar werin birîn doz bi dawî bibe.  Şîrket ango înşata Cengîz dixwaze li Geliyê Îşkencedere ya girêdayî navçeya Îkîzdereya Rîzeyê ku li herêma Derya Reş e kana keviran çê bike. Xelkê wê herêmê li dijî çêkirina kana keviran bi rojan e li ber xwe dide û nobeta parastina av, ax û xwezaya xwe digre. Xelkê herêmê bi rêya parêzeran li dijî çêkirina kana keviran doz vekirine. Li aliyekî doz hêj didome li aliyê din jî bi destûra Miduriyeta Daristanan a Herêma Trabzonê dest bi birîna daran hat kirin. Li ser vê yekê xelkê herêmê dest bi nerazîbûnan kirin.    ‘BIL BERIYA DAR WERIN BIRÎN DOZ BI DAWÎ BIBE’    Parêzer Yakûp Şekîp Okûmûşoglû yê aktîvîstê hawîrdorê behsa dozê û aliyên hiqûqî yên meseleye kir û destnîşan kir ku wan ji bo parastina av, ax û xwezayê vê dozê vekirine û xwest dadgeh daxwaza wan a sekinandina projeyê bike û biryara betalkirina projeyê bide. Okûmûşoglû anî ziman ku ew bi têkoşîna xelkê wir bi hêvî û bawer in û ew têkoşîna parastina xwezayê didin û dê dev ji xwezayê bernedin. Okûmûşoglû destnîşan kir ku ev cihê tê xwestin veguherînin kana keviran di nava qada 200 cihên ekolojîk ango xwezayî de xwedî cihek girîng e û doza wan didome û ew dixwazin beriya dar werin birîn doz bi dawî bibe.    MA / Tolga Guney