Guldexwîn bişkivîn 2021-04-25 09:05:27   WAN - Guldexwînên sor û zer ên li bajarên herêmê di biharê de şîn û geş dibin, bedewî û xweşikiyek bêhempa pêşkêşî ziyaretvanên xwe dikin.     Guldexwînên li hin cihên bajarên herêmê yên bilind dibişkivin, dest bi vebûnê kirin. Yek ji cihên ku Guldexwînên (şilêr) du heftiyan an jî heya sê heftiyan lê geş û şîn dibin, gundê Zevê yê girêdayî Navçeya Westan a Wanê. Guldexwînên, weke Laleyên serjêr jî tên naskirin, di biharê de bi rengên sor û zer vedibin, bedewiyek bêhempa pêşkêşî ziyaretvanên xwe dikin. Ligel qedexeya derketina kolan jî, di serî de xwezahez, gelek kes vî cihê Guldexwîn lê şîn dibin û mîna beheştiyê ziyaret dikin. Niştecihên gund jî, ji vê serdana welatiyan pir keyfxweşin, lê dema ku welatî Guldexwînan ji kok de radikin, aciz dibin. Ji ber ku her roja diçe hejmara wan kêm dibe, gundî naxwazin ku ji kokde bên birîn.    ZIYARETVAN ZIRAR DIDINÊ   Mûxtarê gundê Pişivank ê kêleka gundê Zevê ye Mehmet Şeker, diyar kir ku Guldexwîn bi salên dirêj li herêmê şîn dibin, lê îsal hejmara wan pir kêm bûye. Şeker, bal kişand ser ziyaretvanên gund û wiha got: “Divê li dijî sererastkirina derdora herêmê û dizitiya tovên Guldewînin, bergirî bên girtin. Kesên tên serdana vê derê, Guldexwînan di perçîqînin û ev jî dibe sedem ku hejmara wan kêm bibe.”    DERBAÊ GULDEXWÎNAN DE   Tê diyarkirin ku Guldexwîn di binemala pîvazand de cih digire û li cihên 1400 û 2500 metre bilind şîn dibin. Guldexwîn herî zêde li cihên bilind ên bajarên mîna Wan, Dersim, Mûş, Şirnex, Êlih û Colemêrgê şîn dibin.  Guldexwînên vedibin û dîmenek xweşik nîşan didin, di heman demê de weke “Gula xemgîniyê” jî tê pênase kirin.    MA / Mujdat Can