HDP'ê birîna darên li Licê bir rojeva Meclîsê 2021-04-15 16:38:35   AMED - Parlementera HDP’ê Dersim Dag, bertekên gundiyên Licê yên li dijî birîna darên wan bir rojeve Meclîsê.   Parlementera Partiya Demokratîk a Gel (HDP) a Amedê Dersîm Dag, têkildarî birîna darên ku li gel leşkeran li daristanên gundên Dêrxus û Huseynik ên navçeya Licê ya Amedê pêk tên pêşniyazpirsek pêşkeşî Wezîrê Çandinî û Daristanê Bekîr Pakdemîrlî kir.   Dag, di pêşniyazpirsa xwe de diyar kir ku şêniyên gundên Dêrxus û Huseynik birîna daran qebûl nakin û dixwazin demildest birîn bê rawestandin. Dag, bi armanca ku Wezîr Pakdemîr bersiv bide ev pirs kirin:    “* Hêceta birîna daristana di nav gundên Dêrxus û Huseynik de çi ye? Palpişta wê ya hiqûqî çi ye?   * Gelo li heremê, dar bi armanca ewlehiyê tên birîn?   * Gelo hêceta birîna daran a di çarçoveya operasyoneke eskerî ya mezin de pêk hatiye çi ye?   * Çima çûna mêrgan a gundiyan a ji bo çêrandina pez tê astengkirin?   * Gelo ji bo birîna daran hêceta neagahdarkirina şêniyên gunda çi ye?    * Wezareta we vê birîna bêyî agahdarkirin û daxwaza gundiyan pêk hatiye, gelo wê bide sekinandin?   * Di 5 salên dawî de bi hêceta ewlehiyê li kîjan hereman çend dar hatine birîn?”