Xweşikiya Geliyê Horê mirovan heyirî dihêle 2021-04-13 09:41:07   ŞIRNEX - Geliyê Horê yê û Gundê Cêleka yên navçeya Basayê bi xweza, bi xêr û ber û xweşikahiya xwe mirovan li xwe heyirî dihêle.    Gundê Cêleka û Geliyê Horê yên navçeya Basa ya Şirnexê di demsala biharê de bi xweza, bi xêr û ber û rengîniya xwe mirovan matmayî dihêle. Li Herêma Newala Qorî, Geliyê Horê û Gundê Cêlekan, di meha nîsanê de gul, kulîlk û nebatên li ser sînga axê geş dibin, mirovan dike evîndarê xwe.   Li Geliyê Horê dêra ku ji Ermeniyan maye, ji ber bê xwerî hatiye hiştin dîwarên wê rûxiya ne û wêran dibe. Tê gotin ku gundê Cêleka navê xwe ji vê dêrê girtiye. Dêra Celdîkan ji ber rûxiya ye tenê çend kevir li şûna wê mane. Geliyê Horî ji ber bereketa xwe dibe warê debara gundiyan. Gundî çar demsalên salê, hemû pêdiviyên xwe yên ardû, giha û çêrê ji vê geliyê temîn dikin.    Geliyê ku darên bihîv, hejîr, kizwanan lê zêde ye û gihayên cahter, kereng, sîrik û gelek cureyên din lê şîn dibin, mirovan bi reng û bêhna xweş pêşwazî dikin. Herêma ku aliyekî wê navçeya Basa û aliyek Navçeya Hezexê ye, di navberê re geliyê Dîcleyê derbas dibe. Newala Qorî ku di navbera gundê Hespist ê Hezexê û Gundê Cêlekan ê Basa de dimîne, bi kulîlkên beybûn, çehter, sîrik, berû, kizwan, bihîv û dar û berên din mirovan mest dike.    Kulîlkên Xeçxecok ku bi bayê biharê li ba dibin, wekî pêlan rengan geş dikin.    MA / Mahmut Ruvanas