Mexdûrên 'veguherandina bajêr': An koçberî an deyndarî 2021-04-10 09:00:44 MÊRDÎN - Li Rişmilê, dê di bin navê "veguherinadina bajêr" de malên hin welatiyan bên xerakirin. Welatiyan diyar kir ku koçberî û deyndarî li wan tê ferzkirin û bang li rayedaran kirin: "Em ji cihê xwe razî ne, bila têkelî me nebin."  Li Taxa Gul û Tepebaşiyê ya navçeya Rişmil a Mêrdînê, ê di çarçoveya "veguherandina bajêr" de avahiyên hin welatiyan bên xerakirin. TOKÎ û Şaredariya Rişmilê projeyek hevpar çêkirine û ji bo xaniyên her du taxan xera bikin, ceryana taxan birîne û ji welatiyan dixwazin ku derkevin. Şêniyên taxê jî di 6'ê Nîsanê de daketin kolanan û şaredarê AKP'î Hayrettîn Demîr şermezar kirin û bang lê kirin ku îstifa bike.    Ji bo em pirsgirêkên gel ragihînin em çûn navçeya ku ji sedî 90'ê şêniyên wê ereb in. Polîsên ku pê hesiyabûn dê rojnamevan bên navçeyê, li raswetgeha dolmîşan sekinîbûn û kî dihat li nasnameya wan dinerîn. Polîsan heya cihê em çûnê em şopandin û li kameraya me jî nêrîn. Ewilî em wisa fikirîn ku dê gel ji ber vê yekê pirsgirêkên xwe neynin zimên. Lê belê berevajî vê çêbû. Welatiyan polîsan jî vexwand malên xwe û li ber kameraya polîsan behsa mexdûriyeta xwe kirin. Kamereya MA'yê li pêş û ya polîsan li paş her tişt hat tomarkirin. Amîrê polîsan jî bi endîşeya ku dê şarja wî biqede tim dipirsî bê ka çi qas karê me maye.    Veysî Mocû, ji bo têkûzbûna mala xwe îspar bike, xwest dîmenên hundir bên girtin. Mocû, gazî polîsan jî kir û diyar kir ku bêyî ku ewraqekê jî rê wan bidin ji wan hatiye xwestin ku derkevin. Mocû got: "Bila cihekî ji van mirovan re bibînin, wê çaxê ser sera û ser her du çava. Ev mal, 10 roj in bê av in. Amîrê min, bila haya we jê hebe û ji Midûriyeta Giştî ya Karên Av û Qenalîzasyonê ya Mêrdînê re jî bibêjin, em naxwazin em her ro dur o şer bikin. Armanca vî zilamî, me wekî terorê nîşan bide."    AN DEYN AN KOÇBERΠ   Welatiyên li ber projeyê rabidin, diyar dikin ku fiyeteke erzan ji bo xaniyên wan hatiye diyarkirin.    Welatiyan anîn ziman ku ji dêvla xaniyên wan ên bibaxçe, dê daîreyeke TOKÎ'yê bidin wan û bi ser de dê wan têxin bin deynan. Welatiyan diyar kir ku ew karên demsalî û rojane dikin, rewşa wan a aborî tune ye û dê nikaribin ji bin deynan rabin. Her wiha welatiyan destnîşan kirin ku ji ber ku teklîfa heyî qebûl nakin gef li wan tên xwarin û gotin: "An koçber, an jî heta hetayê deyndarî li wan tê ferzkirin."    CERYANÊ BIRÎN   Welatiya bi navê Hanîme Samsa jî destnîşan kir ku ne li dijî projeyê yeî lê belê naxwaze xaniyên têkûz bên xerakirin. Samsa, anî ziman ku xaniyê wan nû ye û got: "Em ji xaniyên xwe razî ne. Me li hev nekir. Lê ceryana me birîn. Em xaniyê xwe dixwazin. Şaredar got, dê xaniyên ambulans û îtfaiye nikarin têkevinê xera bikin. Lê rêya me jî heye."    KOÇBERÎ TÊ FERZKIRIN   Ayşe Samsa jî destnîşan kir ku naxwaze xaniyên wan bên xerakirin. Samsa, bilêv kir ku xaniyên behsa wan tên kirin ji bo wan nayên çêkirin. Samsa, banî ziman ku koçberî li gelê Rişmilê tê ferzkirin û got: "Madem em di etra wan de ne, nexwe bila werin li xaniyê me binerin. Çima xera dikin? Xaniyên me ni xanînî kavlbûyî ne. Xaniyê em têkûz e, bila xera nekin. Derekî ku em pê de biçin tune ye. Tiştekî me jî tune ye. Dibêje, 'Ez ê ji bo gelê Rişmilê çêbikim.' Ji bo Rişmilê çi dike? Çavî wî lê ye gelê Rişmilê vir derxîne. TOKÎ'yan ji bo kê çêdikin? Ji bo xwe. Ji bo kesên dê ji derve bên çêdike. Ez li vir nên çêdikim. Ev bedêlî dinyayê ye. Gava TOK'î bên çêkirin, ez ê biçim nan bikirim. Qet nebe li vir em xwe bi xwe nanê xwe çêdikin. Nikarim biçim bi pera nan bikirim. Em 10 kes in. Kes xaniyê bikirê jî nade me."    Ê BIÇIN KU   Edîp Mocû jî anî ziman ku ji xeynî xaniyê wî tu tiştekî wî tune ye û got: "Gava xera bikin ez ê biçim ku? Ne erdê min heye, ne jî tişekî din. Ev xanî ê bavê min bû.' Dibêjin 'derkevin, em ê xera bikin.' Dibêje 'serokwezîr ez im, walî ez im, diçî li ku gilî dikî bike.' Dibêje 'em li hev bikin, ez çend qurîş pere bidim te, biçe.' Gorên dê û bavên min li vir in, ma ez ê çawa biçim."    MA / Ahmet Kanbal