Geliyê Hêtma, cihê dîmenên bêhempa ye 2021-03-30 09:05:44 ŞIRNEX - Li Geliyê Hêtma ku rengên biharê hemû xwe lê digirin, gava şînahiya Çemê Dîcleyê û keskayiya xwezayiyê lê dibin yek, dibe cihê dîmenên bêhempa.    Li Geliyê Hêtmanê yê gundê Hêtma yê navçeya Basan a Şirnexê, bi bedewiya xwe mirov heyr û hejmetkar dihêle. Gelî, 8 kîlometreyan dûrî navçeyê ye. Gava mirov ji gund bi qasî 7 kîlometreyan dimeşe, leqayî şînayiya Çemê Dîcleyê tê. Li vî geliyê kûr gelek darên fêkiyan û kulîlkên rengrengo hene.    Çem, di nav qelaçên asê de bi awayekî fetlokî diherike û zelaliya wê aramiyeke bêhempa li mirov peyda dike.    Gava mirov li seranserê geliyê dimeşe, serê gavê leqayî catiriyê tê û gava lingê mirov lê dikeve bêhna wê li geliyê belav dibe.    Ev geliyê ku cihê dîmenine bêhempa ye, bala wênegiran jî dikişîne û ji bo bo wan dibe malovan.