Rêya dîrokî dikin qurbanê kanên komirê 2017-10-03 09:28:27 MUGLA - Qada Pîroz a Lagîna Hakate ya li Yataganê xwedî dîrokek 3 hezar salî ye, rêya 8 kîlometre ya ku wekî "pîroz" tê dîtin a Bajarê Antîkî ya Stratonîkeîayê, ji ber derxistina komirê di nava qadê de ma. Qada Pîrozî ya Lagîna Hakate ya li navçeya Yataganê ya Muglayê, berî 6 salan lêkolînên wê hatibû rawestandin, meha borî "lêkolîna alîkariyê" li qadê hatibû destpêkirin, piştî xebatek dem kurt dîsa rawestiya. Şaristaniya Karîa Qada Pîroz a Lagîna û rêya 8 kîlometreyî ya Bajarê Antîkî yê Stratonîkeîayê, wekî qada pîroz pênase kiriye, Santrala Termîkî ya Yataganê xebatê dike, komira ji bo wê tê derxistin qada dîrokî di nav xwe de hepis kir. Endama Lijneya Rêveberiya Komeleya Parastê ya Hebûnên Tabîatî û Çandî ya Turgutê Necmiye Erkuş, dem behsa bajarê dîrokî kir, got ku divê li herêmê ji nû ve lêkolîn bên destpêkirin.   'DIVÊ LÊKOLÎNAN JI NÛVE DEST PÊ BIKIN'   Erkuş diyar kir ku rêya pîroz a di navbera her du bajaran de, ji ber derxistina komirê ya ji bo santrala termîkî, di nav qadê de maye, xebatên lêkolînê jî bi hincetên kêmasiyên aboriyê bi fermana Wezareta Tûrîzim û Çandê hat rawestandin. Erkuş bal kişand ser bermahiyên dîrokî yên li herêmê û destnîşan kir ku ji ber xebatên derxistina komirê gorên kup ên dîrokî texrîb dibin. Erkuş aşkera kir ku xebatên ku hatine rawestandin, divê di pêşengiya Zanîngeha Pamukkaleyê de ji nû ve bên destpêkirin û ev berhemên dîrokî bên parastin.   STRATÎONEKEÎA DI BIN XETEREYÊ DE YE   Erkuş der barê rêya dîrokî de jî agahî da û ev tişt anî ziman: "Di serdema Karîayan de parestgeheke pîroz a ji bo Xwedewenda Ronahiya Heyvê Hekateyê hatiye çêkirin heye û di nav demê de ev hatiye talankirin. Her sal li vê herêmê merasîmên mezin hatine lidarxistin û nifteya ku wekî "Nifteya deriyê cîhana miriyan" tê pênasekirin birine Bajarê Antîkî yê Stratonîkeîayê. Di dema van merasîman de ev rêya di navbera her du bajarna de wekî pîrozî tê qebûlkirin. Pîrozbahî di vê rêyê de dema nifteyê dibin Stratonîkeîayê bi dawî dibe. Bi heman şêweyî bajarê Stratîonekeîayê niha di bin gefa tunekirinê ya kanên komirê de ye."