‘Santralên Nukleerê dê ekolojiya Akkûyû qirêj bike' 2018-01-18 08:46:32 MÛGLA – Rêxistinên civaka sivîl ji bo betalkirina Santrala Hêzê ya Akkûyûyê doz vekiribûn. Prof. Dr. Beyza Ustun diyar kir ku heke doz bê redkirin, ev tê wateya biryardayîneke siyasî û ger santrala nukleerî bê çêkirin wê hemû herêm bi madeyên radyoaktîf qirêjî bibe.  Ji aliyê Saziya Sererastkirina Piyaseya Enerjiyê (EPDK), tê plankirin ku li navçeya Gulnar a Mêrsînê Santrala Hêzê ya Nukleerê ya Akkûyûyê ê çêkirin. Ji bo çêkirina santrale bê betalkirin 13 rêxistinên civaka sivîl û 80 welatî li dadgeha îdarî doz vekiribûn. Piştî Dadgeha Îdarî ya 2’yemîn a Enqereyê der barê daxwaza betalkirinê de biryara redkirinê dabû. Ji ber vê wê doz li Daîreya 14’emîn a Şûraya Dewletê pêk bê. Ekolojîst Prof. Dr. Beyza Ustun doz nirxand. Ustun destnîşan kir ku hikûmeta heyî tenê ne li Mêrsînê, li gelek deverên Tirkiyeyê hewl dide santralên nukleerî çê bike. Li gor Ustunê heke li Tirkiyeyê santraleke nukleerî bê çêkirin, wê behr, gol, çem û rûbar, ocaxên madenan û mêrg bibin qadên depoyî yên bermayiyên nukleerî.    Ustun, diyar kir ku piştî ku biryara redkirina dozê hat dayîn, doz ji 22’yê Mijdarê ve li Daîreya 14’emîn a Şûraya Dewletê pêk tê. Ustun got ku hemû daxwazên kesên doz vekirine ji aliyê dozger ve hatine redkirin. Ustun vê yekê wek biryareke siyasî nirxand û got ku heke heyeta dadgehê jî li gor mutalaya dozgeriyê biryarê bide, wê ev biryar bibe biryareke siyasî.    Ustun bi lêv kir ku li Tirkiyeyê di darazê û saziyên cemaweriyê de huqûq nayê sepandin û hemû biryarên huqûqî bi mudaxileyeke derveyî tên dayîn û doza ku dê ji bo betalkirina Santrala Nukleerî ya Akkûyûyê li Daîreya 14’emîn a Şûraya Dewletê pêk bê bi bîr xist.    WÊ LI HER DERÎ MADEYÊN RADYOKAYTÎF BELAV BIBIN    Ustun, destnîşnan kir ku ji vê santralê mebest bidestxistina sermayeyê ye û santrala nukleerî derî polîtîkaya enerjiyê ye. Ustun anî ziman ku li tevahiya Ewropayê santralên nukleerî hatine terkirin. Ustun diyar kir ku welatên pêşketî yên cîhanê û yên Ewropayê sanayiya xwe ya qirêjî tînin welatên wek Tirkiyeyê. Ustun got ku ew fam nakin ji bo dê bermayiyeke ku radyasyonê belav bike li Tirkiyeyê çê dikin û ev tişt gotin: “Wê birîndarî û mirinên ku em nizanin ji ku tên çê bibin. Santralên nukleerî tenê di dema erdhejê û teqînan de nabin cihê felaketan. Qirêjkirina vê xakê, avê, hewayê wê bi qezayeke radyoaktîf çê nebe. Sermaaye hewl dide ji vê çopgeha bermayiyî pereyan qezenc bike û hikûmet û îktîdara wê jî dixwazin bi vî awayî hebûna xwe bi polîtîkayên serdestî û şer berdewam bikin. Bi israr em ê li dijî vê yekê rawestin.”