Gundî çalakiya xwe ya li dijî sondajê dewam dikin 2020-10-31 13:08:18   ORDÛ - Gundiyên li dijî xebatên avakirina sondajê ya li Unye li ber xwe didin, çalakiya xwe ya rûniştinê dewam dikin.   Xelkê gundê Uçpinar a girêdayî navçeya Unye ya Ordûyê, çalakiya xwe li dijî xebatên avakirina sondajê ya li herêmê dewam dikin. Xelkê gund, bi armanca bertekê nîşanî çêkirina sondajê bidin, her roj 30 deqeyan çalakiya rûniştinê li dar dixin. Nûnerên Komeleya Derdora Ordû, Yekitiya Ekolojiyê, Sendîkaya Gundiyên Hilberîna Giştî (Tum Koy Sen) û Platforma Xwişk û Biran a Çeman, beşdarî çalakiya îro bûn.     Di çalakiya îro de, yek ji welatiyên beşdarî çalakiyê bûn Îlhan Ozturk axivî û gotf: “Kesên ji bo piştgiriyê hatin gund, em spasiya wan dikin. Tişta ji destê me were emê bikin. Em ê wekaletên xwe bidin parêzeran û dest bi pêvajoya hiqûqî bikin. Ev doza me ya bi maf wê di demek kurt de bi encam bibe. Wê zirar negihêje kêzikekê jî. Emê çalakiya xwe li vê derê dewam bikin û bertekên xwe nîşan bidin.”