Li Mêrdînê 'veguherîna bajêr': Dê sîlûeta bajêr xera bikin 2020-10-30 09:12:01 MÊRDÎN - Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê dê bi piştgiriya wezaretê, li navçeya Artûklûyê bi projeya "veguherandina bajêr" sîlûeta dîrokî ya bajêr xera bike.    Li Taxa Saraçoglû û Taxa Ensarê yên navçeya Artûklû ya Mêrdînê tê xwestin "Projeya Veguherandina Bajêr" bê pêkanîn. Wezareta Hawirdor û Bajarsaziyê jî piştgîr da vê projeyê. Cara ewil e ku dê şaredariyek bi piştgiriya wezareta navbirî projeyekê çêbike. Proje dê ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ya qeyûm tayinî wê hatiye kirin bê birêvebirin û dê di çaçroveya projeyê de li qada ku bi giştî hezar û 671 avahî lê hene, avahiyên qatbilidn bên çêkirin. Projeya ku berê ji aliyê şîrketa AND Planlamayê ya navenda wê li Enqereyê ye hatibû amadekirin, di sala 2018'an de ji aliyê Wezareta Hawirdor û Bajarsaziyê ve bi hinceta "ne li gor awayê avahîsaziya bajêr e" hatibû betalkirin. Piştî vê fîrmayê projeyeke nû amade kir.    WÊ SÎLUETA BAJÊR BÊ XERAKIRIN    Di vê projeyê de, bereksê projeya berê ku tê de avahî bi hev vebûn, avahî ji hev hatin veqetandin û rûyê wê yê derve hatiye guherandin û bi vî awayî berpêşî Midûriyeta Parastina Heyînên Çandî ya Rihayê hat kirin. Piştî biryara desteyê wê aqûbeta projeyê diyar bibe. Lê belê li gor hûrguliyn wê yên derketine holê kifş e ku nasnameya bajêr û sîlûeta bajêr a dîrokî hatiye xerakrin. Li gor hûrguliyên wê yên derketine holê dê lişûna avahiyên misteqil avahiyên 4-9 qatî bên çêkirin.    GORISTAN    Li vê qadê ligel goristanên dîrokî yek jê yê protestana û 6 jê jî yên misilmanan bi giştî 7 goristan jî hene û çendî hatibe gotin dê ev goristan bê parastin jî, lê belê rê û rêbaza ku dê bê şopandin nehatiye diyarkirin.    Her wiha nehatiye diyarkirin ku piştî hezar û 671 avahiyên li vê qadê bên valakirin, dê welatî biçin ku derê.    Kesên li vê herêma navbirî dijîn, gelek jê di salên 1960'î de ji Mêrdîn û gundên Mêrdînê hatine û piraniya avahiyên li vê derê jî bê tapo ne. Her wiha kesên li vê derê dijîn jî hema bibêje piraniya wan di karên rojane de dixebitin. Li gor qeydên fermî li Taxa Ensar û Taxa Saraçoglûyê nêzî 7 hezar kes dijîn û tevî welatiyên qeyda wan tune ye û welatiyên sûriyeyî nifûsa li vê derê di ser 10 hezarî re ye.    FIKARÊN ŞÊNIYÊN HERÊMÊ    Şêniyê taxê Mehmet Alî Elîş anî ziman ku bi salan e derbarê projeya "Veguherîna Bajêr" de hin tişt tên gotin, lê belê heya niha kesî tiştek ji wan nepirsiye û got, di çarçoveya "aştiya îmarê" de ketiye bin deynan. Elîş, diyar kir ku dibe ku ji ber vê projeyê cardin têkevin bin deynan û got: "Em ji jiyana xwe ya li vê derê razî ne. Em û cînarên xwe di nav hev de ne. Em xizmên hev in. Li vê derê cîrantî, hevaltî heye. Lewma em vê projeyê naxwazin. Em naxwazin veguherîna bajêr bê vê derê."    'DÊ XERA BIKIN'    Karkerê înşeatê Engîn Akgul jî anî ziman ku derbarê projeyê de tu tiştî nizanin û got, tenê bihîstine dê taxa wan bê xerakirin. Akgul, diyar kir ku heta niha kesî tiştek ji wan re negotiye û kesî fikar wan nepirsiye û got, piraniya kesên taxê feqîr in û karker in. Akgul, destnîşan kir ku ên hatine vê derê ji ber ku nikaribûne debara xwe bikin hatine vê derê û got: "Dibêjin veguherîna bajêr. Lê dê rabin vê derê xera bikin. Em ketine etra nanê xwe. Îro xebitîm, min qezenc kir. Îro nexebitîm, min tiştek nehanî malê. Sibê gava biçim bajarê nû, hema 3 rojan neşixulim, aydata min heye, heqê mazotê heye. Divê ez hay ji van tiştan hebim. Ez ê nikarim yekî jê jî bidim. Li vê derê aydat tune ye, kirê tune ye, heqê asansorê tune ye, heqê dergevan tune ye. Ez li mala xwe me. Ez nikarim li bajarê nû bijîm. Ez ne karmend im ku serê mehê meaşê xwe bigirim."    'DÊ GEL PERÎŞAN BIKIN'    Akgul, anî ziman ku heger projeya "veguherandina bajêr" çêbibe nizanin wê biçin ku derê û got, pereyê bidin wan jî wê nikaribin pê daîreyeke nû bikirin. Akgul, diyar kir ku tirsa wan ew e ku têkevin bin deynan û got: "Dewlet ranabe vê ji min napirse. Wê nebêje krediyê nekişîne, ez ê xanî bidim te. Dê daîreyê nede min. Dê were li vê derê vîllayan çêbike. Dêê wê vîllayê nede min. Ma qezenc wê tê de tune be, çi îşê dewletê li vê derê heye. Wê bên vê derê xera bikin û gel perîşan bikin. Kes vê qebûl nake. Ên li vê derê xizan in. 2 rojan dixebitin, hefteyekê pê îdareya xwe dikin. Nikarin vî miletî biaxapînin."    MA / Ahmet Kanbal