Payiza Geliyê Mûnzûrê 2020-10-24 09:11:32 DERSIM – Bi hatina payizê re Geliyê Mûnzûrê bi xweşkiya xwe cardin mirovan heyr û hejmetkar dihêlê.  Ji navenda Dersimê heya navçeya Pulurê, Geliyê Mûnzûrê bi xweşikiya xwe mirovan heyr û hejmetkar dihêle. Li vî geliyî pelên ji darên cur bi cur weşiyane û diweşin, rengeke cuda li geliyê bar dikin.    Li geliyê nêzî 2 hezar cureyên nebatan û gelek cureyên heywanan hene. Îjara gava mirov ji serê Girê Ana Fatmayê li van dar û berên Geliyê Mûnzûrê xemilandine û heywanên xwe lê hêwirandine mêze dike, ew xweşkiya bêhempa mirov hîn bêtir heyr û hejmetkar dihêle. Nexasim jî bi hatina payizê re.    Her wiha çendî ku dinya sar bûye hîn jî gelek kes tên serdana van deran dikin û ji bo ji vê dîmen û bergeha xweş nemînin qefle bi qefle berê xwe didin serê gir.    MA / Ayşe Surme