Dê tûrîzimê di binê betonê de bihêlin 2018-01-11 09:10:04 ANTALYA - Berdevka Platforma A Hediye Gunduz, bertek nîşanî projeya Şaredariya Bajarê Mezin a Antalyayê da û da zanîn ku şaredarî dixwaze li peravên Konyaalti talanê pêk bîne û ev tişt got: "Şaredarî dixwaze bi rantxuran pere bide qezenc kirin. Dê herêm di binê betonê de tune bibe. Dê hem xwezayê û hem jî tûrîzmê tune bikin."  Şaredariya Bajarê Mezin a Antalyayê ya AKP'î, di bin navê projeya pêşxistina peravan, peravên deryayê ji rant û talanê re vedike. Şaredarî bi projeyên wekî Konyaalti Yat Lîmani (Bendera Yatê ya Konyaaltiyê), Kurvaziyer Lîman, (Bendera Kurvaziyer), Beach Park û Bogaçayê re, hem herêmê talan dike û hem jî li hemberî nerazîbûnên gel xwe li enbihşstinêd atîne. Berdevka Platroma Kaş Denîzlî Burdur û Antalyayê (A Platformu) Hediye Gunduz, aşkera kir ku her çar projeyên ku dixwazin bixin dewrê, komkujiya xwezayê ye.   'DÊ ÇAVKANIYÊN AVÎ YÊN GEL QUT BIKIN'   Gunduz destnîşan kir ku 4 projeyên ku dixwazin bi pêş bixin, dê zirarê bidin peravên Antalyayê, bi salan e dixin rojevê û di 3 salan de bi lez û bez dixwazin ava bikin. Gunduz, diyar kir ku projeya Bogaçayê li ser 3 çemên dikevin rojavayê Antalyayê tên çêkirin, dê ava behrê berdin qanalan, ev ê jî ava gel qut bike û ev tişt got: "Dê avên xwezayî yên di van çeman de qut bibin. Av gelekî bi qalîte û xwezayî ne. Yanî dê avên vexwarinê yên gel bên qutkirin. Dê bi vê projeyê re avên bin erdî bibin xwey û dê ev ava bi xwey gelek darên li herêmê hişk bike. Mirov bi hesreta hêşinayê ne, dê bi vê projeyê re li wê herêmê tu tişt hêşîn nebe."   'JI BO 470 YATAN HERÊMÊ DIKIN BETON'   Gunduz da zanîn ku projeyeke mezin jî Bogaçay e, ev proje 2 kîlometre li peravê behrê tê plankirin. Gunduz diyar kir ku bi vê projeyê re pêravên ji gel re vekirî ne dê xesp bikin û wiha axivî: "Bi vê projeyê re peravên di destê gel de ji gel distînin. Li vê peravê salê 2 milyon û nîv mirov dikevin behrê, dixwazin vê qadê teng bikin. Beşeke zêde ya peravên Antalyayê vala ne û yatin. Li qadeke ku pêwîstî bi yatan tune, li wir tên avakirin. Ev projeyeke ku qadên di destê gel de ji wan distînin. Şaredarî dixwaze bi rantxuran pere bide qezenc kirin."   'DÊ HEMÛ PERAVÊ BIDE BER XWE'   Gunduz diyar kir ku projeyeke din jî Beach Parkê ye, Şaredariya Bajarê Mezin sererast kiriye û projeyeke bi dest xistî ya Projeya Pêşbirka Odeyên Endezyaran e, ev proje plan dike ku zinarên mezin li herêmên bilind qut bike û li hin cihan rêz bike. Gunduz bi lêv kir ku dê li ser herêmên betonî tesîsên luks ava bikin û wiha pê de çû: "Li van deran daran jê dikin û cihên luks ên tên çêkirin jî bi kirê didin gel. Wekî ku hûn fêm dikin, dê van deran ji gel bistînin."   Gunduz derbirî ku projeya dawî jî projeya Konyaalti ye, li vê pêravê ji bo 420 yatên pêravan, Kompleksên Pêravên Yatê yên Lara Kurvaziyerê tên ava kirin, dê ev proje jî hemû peravê bide ber xwe û talan bike. Gunduz aşkera kir ku ji bo van projeyan hiqûq ji holê rakirine û destûrên wekî "ÇED ne pêwîstin" hatine girtin.   Gunduz got ku bi rokirina betonê re turîzim nayê pêşxistin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ev proje ne bi kêrî xwezayê û ne jî bi kêrî gel tê. Heta niha bi daxuyanî û çalakiyan gel ji agahdar bûye. Em ê tiştên pêwîst ji gel re bêjin." Gunduz bang li hemû hêzên ekolojîst û civakê kir û xwest têkoşînek hevpar bê dayîn û peravên xwe ji rantxuran re nehêlin.   MA / Ergîn Çaglar