Qadên hevbeş ên SÎT'ê ji şirketan re tahsîs dikin 2017-09-30 09:21:45 MUGLA - 31 herêmên parastinê yên taybet ên li Mugla û navçeyê wê, ji statuya parastinê derxistin û ji îmarê re vekirin. Rêveberê MUÇEP'ê Şamîl Beştoy ev rewş wekî "Guhertina plana teslîmî navnîşanê" pênase kir û aşkera kir ku ev herêm ji statuya parastinê hatine derxistin û teslîmê şirketan kirine.  Bi rapora "Lêkolîna Zanyarî ya Bingeha Ekolojiyê ya Çar Demsalan" a ji Wezîrê Bajarvanî û Derûdorê re, di statupa parastina derûdorê ya ku qadên SÎT û xwezayî dixe nava xwe de guhertin hatin kirin, bi vê rêyê hin herêm ji qadên SÎT'ê hatin derxisin. Li 31 paftên cuda yên Muglayê di çarçoveya Aadên SÎT ên Xwezayî yên Bajarê Muglayê de ne, wekî "Digare bên xebitandin" hat îlankirin. Bi guhertinê re ev qad ji înşaetê re hatin vekirin. Li ser vê Platforma Derûdorê ya Muglayê (MUÇEP), qadêm SÎT'ê yên Kendava Gokovayê bir dadgehê û serlêdana sûc kir.   ‘PLANA TESLÎMÎ YA NAVNÎŞANÊ’   Yek jî rêveberê MUÇEP'ê Şamîl Beştoy diyar kir ku rapor ji fîrmayeke înşaetê re hatiye îhalekirin û heyeta ku hatiye avakirin ev yek amade kiriye û ev tişt got: "Bi rapora hatiye amadekirin re, hin qadên SÎT û çem û newal ji qada SÎT'ê hatine derxistin û ji fîrmayên înaşaetê re hatiye tahsîskirin. Qadên ku hatine derxistin di bin navê 'Guhertina planî ya teslîmê navnîşanê' guhertin hatiye kirin. Di serî de Alî Agaoglu û Înşaeta AGaoglu li Mugla û navçeyên wê hin qadên taybet kirî ne. Bi vê re dixwazin Muglayê bikin qada avahiyan, di serî de heta niha dixwazin li qadên SÎT'ê qadên înşaetê vekin."   QADÊN KU FÎRMAYÊN ÎNŞAETAN KIRÎ NE   Beştoy destnîşan kir ku di çarçoveya pêkanînê de qadên SÎT'ê statuya wan hatiye guhertin, ruxmê hemû nerazîbûnan jî li herêma Gokova û derûdora wê di planê de guhertin nehatiye kirin. Beştoy da zanîn ku rayedaran hêj di planê de guhertin nekiriye, herêmên ku hatine erêkirin, fîrmayên înşaetê ew kirî ne û wiha axivî: "Newala Oklukê û derûdora wê ji îmarê re hatiye vekirin. Li Oklukê yanî li ji bo Serokomar Recep Tayyîp Erdogan qesreke 300 odeyî hatiye çêkirin û ev qada SÎT'ê hatiye derxistin."   Beştoy, herî dawî piştrast kir ku ew ê li dijî guhertinan û pêkanînên îmarî têkoşîna xwe dewam bikin.