Li Îtalyayê ji ber vîrusa koronayê dibistan hatin girtin. 2020-03-04 17:00:48   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Îtalyayê, ji ber vîrusa koronayê hemû dibistan û zanîngeh ji bo demekê hatin girtin.   Li Îtalyayê, piştî ku hejmara kesên ku ji ber vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest dan derketin 79'an, hikûmetê biryar girt ku heta nîveke meha adarê hemû dibistan û zanîngeh bi awayekî demkî bên girtin. Midurê Giştî yê Parastina Sivîl Angelo Borrelli, li paytexta Îtalya Romayê di civîna rojane ya çapameniyê rewşa dawîn a vîrusa koronayê parve kir. Borrellî, diyar kir ku vîrus derbasî 2 hezar û 502 kesan bûye û hejmara kesên ku ji ber vîrusê jiyana xwe ji dest dane 27 kes zêde bûne û derketiye 79 kesan.    Serokwezîrê Îtalyayê Gîûseppe Conte, li Miduriyeta Giştî ya Parastina Sivîlan bi Wezîrê Tenduristiyê Roberto Speranza û rayedarên din re hevdîtin pêk anîn. Hat ragihandin ku dê Serokwezîr Conte, di saetên êvarê de bi nûnerên partiyên siyasî yên komên li parlamentoyê hene re jî bê gel hev û rewşa dawîn û bergiriyên nû binirxîne.    Li aliyê din li paytexta Belçîka Brukselê bi xebatkarekî Nunertiya Yekitiye Ewropayê (YE) re vîrus hatiye dîtin.    Li gorî nûçeya Daily Mailê Berdevkê YE'yê Dana Spinant weqayê piştrast kiriye û kesê ku vîrus pê re hatiye dîtin jî xebatkarekî Ajansa Parastina Ewropayê ye ku ki Îtalyayê vegeriyaye.    Heta niha li Belçîkayê 13 weqayê vîrusa koronayê hatine tespîtkirin.