Hêzên rejîma Sûriyeyê ketin Seraqîpê 2020-03-02 16:00:28 NAVENDA NÛÇEYAN - SANA'yê ragihand ku hêzên rejîma Sûriyeyê ketine navçeya Seraqîpê ku rêyên M4-M5 lê digihîjin hev.  Ajansa Nûçeyan a Sûriyeyê (SANA), ragihand ku hêzên rejîma Sûriyeyê ketine navçeya Seraqîpê ya Idlibê ku rêyên M4-M5 lê digihîjin hev. Ajansê têkildarî têketina rejîmê ya li navçeyê wêneyan jî parve kirin. Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) jî ragihand ku bajaroka Seraqîpê ketiye bin kontrola Şamê.