Serokwezîrê Yewnanistanê: Em ê penaberan vegerînin 2020-03-02 13:13:07 ENQERE - Serokwezîrê Yewnanistanê Kyriakos Mîçotakîs, diyar kir ku penaberên piştî vekirina derîyê Tirkiyeyê bi rêyên "qaçax" derbasî welatê wî bûne dê paşde vegerîne.  Yewnanistanê, Konseya Ewlehiya Neteweyî kom kir û bi armanca "parastina sînoran" "plana bergiriyê" ku ji 5 xalan pêk tê aşkera kir. Berdevkê hikûmetê Stelios Peças, têkildarî civîna ku duh hatibû lidarxistin axivî û diyar kir ku Tirkiye bi vekirina deriyan hewl dide tundiya dîplomatîk pêk bîne û bi vê yekê ketiye rewaş qaçaxkerê mirovan. Peças, destnîşan kir ku di çarçoveya plana bergiriyê de dê heta mehekê serlêdanên ji bo stargehê qebûl nekin û ewlehiya sînoran derxistine asta herî jor. Peças, da zanîn ku penaberên bi rêyên qaçax hatine Yewnanistanê ji bo welatê jê hatine dê paşde bên şandin.    Serokwezîrê Yewnanistanê Kyriakos Mîçotakîs jî roja duşemê bi Serokê Komîsyona Ewropayê Chrales Michel re li Merîcê be. Mîçotakîs, li ser hesabê xwe yê Twîtterê daxuyanî da û ev tişt got: "Sînorên Yewnanistanê sînorên derve yên Ewropayê ne. Em ê wan biparêzin. Em ê bi Serokê Komîsyona Ewropayê Chrales Michel re serdana Merîcê bikin. Careke din hewldana ketina Yewnanistanê nekin. Hûn ê paşde vegerin."