Rojnameger herî zêde li Tirkiye girtîne 2017-12-13 18:04:03   NAVENDA NÛÇEYAN - Komîteya Parastina Rojnamegerên Navneteweyî (CPJ), rapora rojnamegerên girtî aşkere kir. CPJ'ê diyar kir ku di welatên cîhanê de herî zêde li Tirkiye rojnameger girtî ne û di Çîn û Misir jî li pey Tirkiye ne.    Komîteya Parastina Rojnamegerên Navneteweyî (CPJ),  rapora rojnamegerên girtî ya cihanê parve kir. CPJ'ê heta kanûna 2017'an daneyên rojnamegerên girti parve kir û diyar kir ku li cîhanê 262 rojnameger girtî ne. Komiteyê diyar kir ku herî zêde li Tirkiye Çîn û Misirê rojnameger girtî ne. Li gorî raporê li Tirkiye 8 rojnamegerên girtî hatine berdan û hêjmar daketiye 73'an. Rapora ku bi îmzeya Elena Beiser hat weşandin de hat diyar kirin ku Tirkiye 2 salan li ser hev welatê ku di cîhanê de herî zêde rojnameger lê gerî ne ye.    CPJ, anî ziman ku di cîhanê de ji sedî 74 rojnameger ji sûcên li dijî dewletê hatine girtin.  Li gorî raporê li Çînê hêjmar ji 38 rojnamegeran derket 41'an. Li Misirê ji 25 rojnamegeran daketiye 21'an.