Irak: Me bi telefonê ji bo petrolê bi Tirkiye re li hev kir 2017-09-28 11:39:11 NAVENDA NÛÇEYAN - Ofîsa Serokwezîriya Iraqê diyar kir ku ji bo petrola xam îxracî Tirkiye bike Hikûmeta Navendî ya Bexdê bi Tirkiye re li hev kiriye. Ofîsê, da zanîn ku Serokwezîrê Iraqê Îbadî û Serokwezîrê Tirkiye Binali Yildirim, têkildarî mijarê bi telefonê axivîne.  Piştî Referanduma Serxwebûna Kurdistana Federe, hat gotin ku Tirkiye dê bazirganiya petrola ya bi Hewlerê re qut bike. Piştî van geşedanan Ofîsa Serokwezîriya Iraqê diyar kir ku ji bo petrola xam îxracî Tirkiye bike Hikûmeta Navendî ya Bexdê bi Tirkiye re li hev kiriye. Ofîsê, da zanîn ku Serokwezîrê Iraqê Îbadî û Serokwezîrê Tirkiye Binali Yildirim, têkildarî mijarê bi telefonê axivîne.  Lê hêj Tirkiye ev îdîa piştrast nekirye.