Ji bo aştî bê parastin bang li civaka navneteweyî kirin 2017-12-09 12:59:22 NAVENDE NUÇEYAN - Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) bi rojeva Qudsê rûnişt. Ji bo aştiya di navbera Filîstîn û Israîlê de pêk were, bang kir ku divê hewldana navnetewî çêbibe. Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) ji bo biryara Serokê DYA’yê Donald Trump a der barê Qudusê de dabû û Qudus wekî paytexta Îsraîlê nas kirî gotûbêj bike, li hev civiya. Civîn bi daxwaza Fransa, Bolîvya, Misir, Îtalya, Senegal, Swêd, Îngîltere û Uruguayê pêk hat.   Koordînatorê Taybet ê Pêvajoya Aştiyê ya Rojhilata Navîn a NY’yê Nickolay Mladenov di civîna KENY’yê de got ku çaresernekirina rewşa şer bi wê rîskê ye ku  li tevahiya Rojhilata Navîn radîkalîzma dînî belav bibe û ji bo pêşxistina aştiya Israîl û Filîstînê diyar kir ku pêdivî bi hewldanên navnetewî heye.   Mladenov da zanîn ku piştî biryara Trump dibe ku tundî zêde bibe û zincîra çalakiyên yek alî ku ji armanca aştiyê dûr bixin derkevin holê.   Nûnerê Domdar ê NY’yê yê DYA’yê Nîkkî Haley jî di Konseyê de axivî û aşkera kir ku biryara Trump gelek pirs bi xwe re anîne û fikar çêkirine, lê armanca vê biryarê ew e ku aştiya di navbera Filîstîn û Îsraîlê de bi pêş ve biçe.   WELATÊN YEKITIYA EWROPAYÊ LI DIJ VÊ NE   Sefaretên Fransa, Elmanya, Îtalya, Swêd û Îngîltereyê jî bi daxuyaniyeke hevpar ev tişt anîn ziman: "Em tev li wê biryarê nabin ku DYA’yê Qudusê wekî paytexta Îsraîlê nas bike û sefareta li Tel Avîvê ji wir veguhezînin Qudusê. Ev biryar hem bi biryarên Konseya Ewlekariyê re ne li hev e û hem jî ne li gorî aştiya herêmê ye."   Di dewama daxuyaniyê de hat aşkerakirin ku ramana rûniştî ya welatên Yekitiya Ewropayê ew e ku Qudus divê paytexta hevpar a dewleta Îsraîl û Filîstînê be û wiha got: "Heta wê demê em serweriyeke li ser Qudusê qebûl nakin."