Konseya Ewlehiyê ya YN'yê ji bo Qudusê dicive 2017-12-07 10:36:50 NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê DYA'yê Donald Trump, Qudus wekî "Paytexta Îsraîlê" îlan kir, dê li ser banga 8 welatan sibê Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) bicive û biryarê bigire dest. Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump duh li Qesra Spî daxuyanî da û Qudus wekî "Paytexta Îsraîlê" nas kir û xwest ji bo Balyozxaneya Amerîkayê ya li Tel Avîvê binîn Qudusê. Li ser vê daxuyaniyê bertekên di raya giştî de zêde bûn. Trump da zanîn ku ev biryareke dereng mayî ye û dê di navbera her du welatan de pêşî li pêvajoya aştiyê veke. Lê Trump gengeşiya dê ji ber vê biryarê derkeve û ihtimala şerekî di navbera Îsraî û ereban de, pişt guh kir û ji hemû hişyariyên di vê der barê re guhê xwe girt.   Bi vê biryara Trump re, cara yekemîn e welatek Qudusê wekî paytexta Îsraîlê qebûl dike.   QESRA SPÎ: DÊ DI DEMEKE KIN DE SERÊŞIYÊ ÇÊKE…    Der barê biryarê de bertek her ku diçin zêde dibin. Du rayedarên Qesra Spî yên tev li kanala CNN'ê bûn û navê xwe negotin, bal kişandin ser biryara Trump a der barê Qudusê de û aşkera kirin ku dê ev biryar hewayeke neyînî li herêmê derxe pêş.   Rayedarekî der barê pêvajoya aştiyê ya li Rojhilata Navîn de ev tişt got: "Pêvajo, em hêvî dikin ku ev demborî be, lê heke ji rêya xwe derkeve em amade ne. Ez bawerim dê ev demborî be." Rayedar da zanîn ku ekîba Serokê DYA'yê, ya bi pêvajoya aştiya li Rojhilata Navîn re eleqedar dibe, piştî axaftinên Trump hêj bi rayedarên Filistînê re hevdîtin pêk neaniye û aşkera kir ku biryara der barê Qudusê de berî ku peymanek di navbera Îsraîl û Filistînê de pêk bê, daxuyaniyeke wiha dibe dibe ku kêm zerarê bide peymanê.   Rayedarê din jî ev tişt got: "Dê ev biryar di demeke kin de serêşiyê çêke, lê em hêvî dikin di demeke dirêj (pêvajoyê) de bibe alîkar."   KENY DÊ ROJA ÎNÊ BICIVE   Piştî daxuyaniya Trump saziyeke ku kete tevgerê jî Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) bû.   Dîplomatên Yekitiya Neteweyî (YN) ji medyaya DYA'yê re axivîn û li gorî agahiyên ku dane, dê li ser daxwaza 8 endamên konseyê, der barê mijarê de roja înê civîn pêk bê. Daxwaza hevdîtinê ji Fransa, Bolîvya, Misir, Îtalya, Senegal, Îsveç, Îngîltere û Uruguayê hat.   BERDEVKÊ DAYÎMÎ YÊ NY'YÊ PIŞTGIRÎ DA BIRYARÊ   Berdevkê Dayîmî yê NY'ê yê DYA'yê Nîkkî Haley, daxuyaniyeke nivîskî weşand piştgirî da biryara Trump û ev tişt got: "Serok îro ji bo biryareke dereng mayî gaveke dîrokî û wêrek avêt."   KNEY'ê di sala 1980'yî de bi hejmara 478'an, ji ber ku Îsraîlê Rojhilatê Qudusê dagirkiribû serweriya wê ya li wir nederbasdar hesibandibû. Ruxmê vê jî Serokê DYA'yê Trump di civîna çapemiyê de, ev biryar li ber çavan negirt û Qudus wekî paytexta fermî ya Îsraîlê qebûl kir.   Îsraîlê di 5'ê Hezîrana 1967'an de Rojhilatê Qudusê dagir kiribû, di sala 1980'yê de rojhilat û rojavayê bajêr wekî "paytexta yekgirtî" îlan kiribû. Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY), di sala1980'yî de biryara bi hemnara 478'an qebûl kir û biryara îlana paytext û îlhakê nederbasdar hesibandibû. Di çarçoveya biryara KENY'ê de, DYA jî di nav de civaka navneteweyî Rojhilatê Qudusê wekî dagirkeriyê qebûl dike. Balyozxaneyên hemû welatên ku rêveberiya Îsraîlê nas dike, li Tel Avîvê ye. Tu welat, ne Qudusê û ne jî beşên rojhilat û rojava wekî paytext qebûl nake.