Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyeyê: Darên zeytûnên Efrînê weke êzing tên firotan 2019-11-07 12:57:42   NAVENDA NÛÇEYAN - Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyeyê, diyar kir ku komên paramîlîter ên ku bi dizî û talaniya xwe tên nasîn û di bin kontrola Tirkiyeyê de ne, li Efrînê darên zeytûnan dibirin û weke êzing difiroşin bazarganan.   Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyeyê, diyar kir ku endamên koma Ahrar el- Şarkiya (Ahrar al-Sharqiyyah) ku ji Tirkiyeyê piştgirî digire, li navçeya Cindirês a Efrînê rojane berê xwe dane baxçeyên darên zeytûnan û bi dehan darên kesên li herêmê dibirin. Her wiha çavdêrî bi bîr xist ku xwediyên baxçeyan ji ber 'Tevgera Çiqlê Zeytûnê' ya Tirkiyeyê ji warên xwe koçber bûne û baxçe di bin kontrola Tirkiyeyê de ne.    Li gorî agahiyên çavdêriyê, birîna darên zeytûnan rojane tê kirin û endamên koma paramîlîter darên ku dibirin weke êzing difiroşin bazarganan.