Wê Danîmarka bi temamî firotina çekan a ji bo Tirkiyeyê bide rawestandin 2019-10-30 10:02:49   NAVENDA NÛÇEYAN - Partiyên siyasî yên Parlamentoya Danîmarkayê, li hev kirin ku ji ber êrîşên wê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, firotina çek û amûrên leşkerî ya ji bo Tirkiyeyê bê rawestandin.     Danîmarka jî tevlî nav welatên ku ji ber êrîşên wê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, danekirinan danîn ser Tirkiyeyê bû. Swêd, Norweç û Fînlandiyayê bi destpêkirina êrîşan re firotina çekan a ji bo Tirkiyeyê dan rawestandin, niha jî Danîmarka ji bo ku biryareke bi heman rengî bigire, ket nav tevgerê. Partiya Çepgir a Sosyalîst û Lîsteya Yekitiyê, li Parlamentoya Danîmarkayê danikirinên li ser Tirkiyeyê anîn rojevê.    Wezîrê Karên Derve yê Danîmarkayê Jeppe Kofod, pirsên partiyên siyasî yên têkildarî mijarê bersivand û ev tişt gotin: "Di nav û sal û nîvekê de qet çek ji bo Tirkiyeyê nehatine firotin. Pêwistî bi biryareke nû tuneye." Kofod berê jî bertek nîşanî êrîşên Tirkiyeyê dabû û ragihandibû ku dê ji bo Tirkiyeyê firotina çekan neyê kirin.    Parlamenter û Berdevkê Polîtîkaya Derve yê Lîsteya Yekitiyê Eva Flyvholm ku danekirina Tirkiyeyê anî rojeva meclisê, daxwaz kir ku destûrên ku berê hatine dayîn hemû bên betalkirin û firotina çekan a ji bo Tirkiyeyê bi temamî bê rawestandin.    Partiyên siyasî yên parlamentoyê, li hev kirin ku ji ber êrîşên wê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, firotina çek û amûrên leşkerî ya ji bo Tirkiyeyê bê rawestandin. Tê payîn ku di 5'ê Mijdarê de têkildarî mijarê di encama dengdanê de biryarek jî li parlamentoyê bê girtin.