Rûsya: Hêzên kurd dest bi vekişîna ji sînor kirin 2019-10-24 13:43:56   NAVENDA NÛÇEYAN - Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Verşînîn, diyar kir ku di çarçoveya lihevkirina Soçiyê de hêzên kurd dest bi vekişîna ji sînorê di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de kirin.   Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Verşînîn, têkildarî lihevkirina Soçiyê ya di navbera wan û Tirkiyeyê de daxuyaniyek da û diyar kir ku ew dikarin bi kêfxweşî bibêjin ku lihevkirina Soçiyê bi cih tê. Verşînîn di ebrdewamê de jî got ku di çarçoveya lihevkirina Soçiyê de hêzên kurd dest bi vekişîna ji sînorê di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de kirin.