Esad li Îdlibê bi Artêşa Sûriyeyê re hat gel hev 2019-10-22 13:45:25   NAVENDA NÛÇEYAN - Serokdewletê Sûriyeyê Beşar Esad, beriya hevdîtina Erdogan û Pûtîn, li Îdlibê bi Artêşa Sûriyeyê re hat gel hev.    Serokdewletê Sûriyeyê Beşar Esad, ji sala 2011'an ku şerê navxweyî yê Sûriyeyê dest pê kir ve cara yekemîn çû Îdlibê. Ji ber ku dê îro hevdîtinan di navbera Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn û Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan jî pêk tê, serdana Esad balê dikişîne ser xwe.    Ajansa Nûçeyan a Fermî ya Sûriyeyê (SANA) ragihand ku Esad, li bajaroka Huneyt a bejahiya Îdlibê bi leşkerên Artêşa Sûriyeyê re hatiye gel hev.    Serokkomariya Sûriyeyê jî weke SANA'yê ragihand ku serokkomar Esad, li bajaroka Huneyt a bejahiya Îdlibê bi leşkerên Artêşa Sûriyeyê re hatiye gel hev.