Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê Rûsya: Me di navbera Şam û kurdan de navbeynkarî kir 2019-10-15 15:35:01 NAVENDA NÛÇEYAN - Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê  yê Rusya Alelsandr Lavrentyev, diyar kir ku wan di navbera rêveberiya Şam û kurdan de navbeynkarî kirin û got: “Divê li ser xeta sînor a Sûriyeyê artêş bê bi cihkirin.  Piştî operasyona Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û rejîma Sûriyeyê li hev kirin. Rûsyayê, derbarê li hev kirin de yekem car daxuyaniya fermî da.    Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê Serokê Dewleta Rûsyayê Vlademîr Pûtîn Alelsandr Lavrentyev, daxuyanî da û got : “Me dinavbera rêveberiya Şam û kurdan de navbeynkarî kir.    ‘DI NAVBERA TIRKIYE KU RÛSYA DE LIHEVKIRIN TUNEYE’   Lavrentyev, da zanîn ku ev yek nayê qebûl kirin û wiha bi lêv kir: “Derbarê operasyona Tirkiyeyê de, tu lihevkirin dinavbera Enqere û Moskovayê de tuneye. Rûsya wê destûrê nede pevçûneke di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de. Di navbera rêveberiyên Sûriye û Tirkiyeyê de hevdîtin hene. Wezîrên parastinê yên her du welatan jî, dinava têkiliyan dene.”    ‘DIVÊ ARTÊŞA SÛRIYEYÊ LI SÎNOR BÊ BICIHKIRIN’   Levrentyev, da zanîn ku divê artêşa Sûriyeyê  li ser sînor bê bicihkirin û wiha got: “Operasyona Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hewldana guhertina ‘dengeya olî’ ye.”