Dê MSD tevlî civîna Yekitiya Ereban bibe 2019-10-12 12:15:56 NAVENDA NÛÇEYAN - Şandeya MSD'ê ku ji bo hin hevdîtinan çû Misrê dê tevlî civîna Yekitiya Ereban bibe. Li gorî nÛçeyeke ji Ajansa Nûçeyan a Hewarê (ANHA) di bin serokatiya Hevserokê Meclisa Sûriyeyê Demokratîk (MSD) Riyad Derar de şandeyeke MSD'ê ji bo ku êrîşên Tirkiyeyê yên li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi welatên ereb re binirxîne, çûye paytexta Misrê Kahîreyê. Şande dê destpêkê bi Wezîrê Karên Derve yê Misrê Samih Şukrî re hevdîtinek pêk bîne. Li gorî agahiya ku ANHA dispêrê çavkaniyên dîplomatîk piştî hevdîtina bi Şukrî re dê şandeya MSD'ê tevlî civîna Yekitiya Ereban bibe.