Rûhanî: Divê Artêşa Sûriyeyê li ser sînor bi cih bibe 2019-10-09 13:09:27   TEHRAN - Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî banga devjêberdana operasyona li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir û xwest ku hêzên Rejîma Sûriyeyê li ser sînor bi cih bibe.    Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî têkildarî amadekariyên operasyona Tikriyeyê ya li hemberî kurdên Sûriyeyê axivî û ev tişt anîn ziman: "Di mijara sînorên xwe yên başûr de her cûre mafê Tirkiyeyê heye ku gumanan bike û ji bo ji holê rakirina vê gumanê jî her cûre mafê wê heye. Lê divê rêya rast bê hilbijartin. Divê Amerîka ji herêmê derkeve û Artêşa Sûriyeyê lê bi cih bibe û kurd li cem hêzên Esad cih bigirin."   Her wiha Artêşa Îranê bêyî ku ragihîne li sînorê Tirkiyeyê tetbîqateke leşkerî pêk anî.