Pentagon jî tevlî hevdîtina Erdogan û Trump bûye 2019-10-09 12:02:12   NAVENDA NÛÇEYAN - Hat diyarkirin ku Pentagon ku ragihandibû "piştgirî nade operasyonê" jî tev lî hevdîtina bi rêya telefonê ya di navbera Erdogan û Trump de ku têde plana operasyona Tirkiyeyê ya li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatibû kirin, bûye.    Derket holê ku Pentagon jî tevlî hevdîtina şeva yekşemê bi rêya telefonê ya di navbera Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Amerîkayê Donald Trump de ku têde plana operasyona Tirkiyeyê ya li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatibû kirin û biryara vekişandina leşkerên Amerîkayê hatib dayîn, bûye. Beriya niha ji aliyê Kovara Newsweek û NBC News'ê hatibû angaştkirin ku Trump li ser israra Erdogan bêyî ku agahî bide Pentagonê biryara vekişandina leşkerên Amerîkayê ya ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daye.    PENTAGON AMEDE BÛYE   Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Reûtersê ku dispêre çavkaniyên Wezareta Parastinê, Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Mark Esper û Serfermandarê Giştî yê Amerîkayê Mark Mîlley jî tevlî hevdîtina bi rêya telefonê ya di navbera Erdogan û Trump de bûne.    Piştî destûrdayîna operasyona muhtemele a Tirkiyeyê ya li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, daxuyaniya ku herkes bi meraq li bendêbû ji aliyê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) ve bi awayekî nivîskî hat weşandin.    Piştî destpêkirina vekişandina leşkerên Amerîkayê ku bi daxuyaniya Qesra Spî ya derbarê hevdîtina Erdogan û Trump de dest pê kir re Pentagonê ev daxuyanî da: "Hêzên Leşkerî yên Amerîkayê dê tevlî vê oıperasyonê nebin û piştgirî nedin vê operasyonê."