Lavrov: Em ji bo diyaloga navbera Şam û Kurdan amade ne 2019-10-09 11:14:59 NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, têkildarî operasyona Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê axivî û diyar kir ku ji bo diyaloga navbera kurdan û Şamê amade ne û divê pirsgirêk bi rêya diyalogê bê çareserkirin.  Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ku duh têkildarî operasyona Tirkiyeyê ya li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hempîşeyê xwe yê Tirkiyeyê Mevlût Çavûşoglû re hevdîtin pêk anî, derbarê plana operasyonê û rewşa herêmê axivî. Lavrov, di civîna xwe ya çapemeniyê ya bi hempîşeyê xwe yê kazak Mûhtar Tîleûberdî re ku li paytexta Kazakistan Astanayê pêk anî de diyar kir ku Çavûşoglû jê re gotiye girêdayî prensîba parastina yekparebûn û serdeweriya Sûriyeyê ne.    JI BO DIYALOGÊ TÊKILÎ DANÎNE   Di berdewamê de Lavrov, destnîşan kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêkê bi kurdan û Rêveberiya Şamê re re têkilî danîne û wiha got: "Me ji bo çareserkirina pirsgirêkê banga diyalogê li kurdan û Rêveberiya Şamê kir û ji bo destpêkirina diyalogê em amade ku piştgiriyê bikin. Helwesta me ya teqez a ji bo çareserkirina pirsgirêkên li vê herêma Sûriyeyê ev e; Em ji bo çareserkirina pirsgirêkên li vê herêmê li aliyê diyaloga di navbera nûnerên kurdan û Rêveberiya Şamê ne."   'EM AMADE NE PIŞTGIRIYA DIYALOGÊ BIKIN'   Lavrov anî ziman ku ji bo pêkhatina aramî û berdewamkirinê rêya tekane ya çareseriyê diyalog e û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Duh me ji rayedarên Şamê û nûnerên kurdan jî bihîst ku ji bo diyalogê amade ne. Em amade ne ku di asta herî jor de piştgirî bidin destpêkirina vê diyalogê. Em hêvî dikin ku aktorên din jî piştgirî bidin vê yekê."