Ji Sûriyeyê daxuyanî: Em ê destûrê nedin dagirkeriyê 2019-10-08 15:36:16   ENQERE - Alîkarê Wezîrê Karê Navxweyî yê Sûriyeyê Faysal Mikdad, bang li Kurdan kir ku tevlî hêzên rejîmê bibin û got: “Em ê destûrê nedin dagirkeriyê.” Piştî hevdîtina bi telefonê ya di navbera Serokê Amerîkayê Donald Trûmp û Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan de, Amerîkayê destûr da ku Tirkiye li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê operasyon li dar bixe. Hêzên Koalîsyona Navneteweyî piştî daxuyaniya ku ji aliyê Qesra Spî ve hat dayîn xwe ji ser sînor vekişandin. Rêveberiya  Şamê yekemîn car bertek nîşanî operasyona muhtemal a Tirkiyeyê da. Alîkarê Wezîrê Karê Navxweyî yê Sûriyeyê Faysal Mikdad, bang li Kurdan kir ku tevlî hêzên rejîmê bibin.    ‘EMÊ DESTÛRÊ NEDIN DAGIRKERIYÊ’   Li gorî nûçeya di rojnameya El Vatan a nêzî hikumeta Sûriyeyê hat weşandin de, Alîkarê Wezîrê Karê Navxweyî yê Sûriyeyê Faysal Mikdad, diyar kir ku rêveberiya Şamê, bêyî ku serî li rêbazên şer bide dikare pirsgirêkên Suriyeyiyan çareser bike û wiha got: “Em hemû zarokên welat hembêz dikin. Em ê hemû axa Sûriyeyê biparêzin û em ê destûrê nedin dagirkeriyê.”