Lavrov: Temsîla hemû beşên li Sûriyeyê girîng e 2017-11-20 13:50:23 NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Kare Derve yê Rûsyayê Lavrov, diyar kir ku Kongreya Diyalogê ya Neteweyî ya Sûriyeyê Rûsya, Tirkiye û Îran lîdertiya wê dikin, dê li Soçiyê bigihêje encamê û wiha got: "Divê hemû aliyên li Sûriyeyê di asta maksîmum de bên temsîlkirin." Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, li paytexta Azerbaycanê li Bakuyê bi wezîrê karê derve yê Azerbaycanê Elmar Memmedyarov ve hevdîtin pêk anî û piştre daxûyanî da. Lavrov destnîşan kir ku dê di 22'yê Mijdarê de li Soçiyê Serok Dewletê Rûsyayê Vladîmîr Putîn, Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokomarê Îranê Hasan Ruhanî der barê organîzekirina Kogreya Neteweyî ya Sûriyeyê de dê biryarê bidin.   Lavrov li ser mijara dê kîjan alî dawetî kongreyê bikin ev tişt got: "Sûriyeyiyên dawetî kongreyê tên kirin, dê hemû beşên li Sûriyeyê di astek maksîmum de bên dawetkirin. Di vê mijarê de ji hêla Konseya Ewlehiya Neteweyên Yekbûyî ve hat qebûlkirin, belgeyên ku gelek caran di muzakereyên Cenevreyê de hatin erêkirin û li Astenayê hatin qebûlkirin, dê li gorî wan tevgerîn pêk bê. Ev hemû biryar, dê bi beşdariya berdevkên hikumetan û heyetên saziyên diyaloga taybet bên dest girtin."