'Dê Kurdistanê ji Sûriyeyê dest pê bikin' 2017-11-06 10:54:51 NAVENDA NÛÇEYAN - Profesorê rûsî Aleksandr Dugîn got ku "Amerîka dixwaze Kurdistanê li Sûriyeyê dest pê bike û vê yekê tercîh dikin." Profesorê rûsî Aleksandr Dugîn bal kişand ser pêşketinên li Sûriyeyê û destkeftiyên gelê kurd û aşkera kir ku Amerîka teqes piştgiriyê dide Kurdistaneke serbixwe û ev tişt got: "Lê vê yekê ne ji Iraqê, dixwazin li Sûriyeyê dest pê bikin."   ÎRAN TIRKIYE, SÛRIYE Û RÛSYA   Li gorî nûçeya Haberturkê, Prof. Dr. Aleksandr Dugîn destnîşan kir ku heke ew bi Îran, Tirkiye, Sûriye û Iraqê re bên gel hev û tiştekî kurdan qayîn bikin bidin wan, ew ê ewlehiya xwe bigirin bin serweriyê.   DIVÊ NASNAMEYA KURD NEYÊ TEPISANDIN   Dugîn got ku "Divê em nasnameya kurdan netepisînin" û wiha pê de çû: "Ji ber ku dema em ditepisînin, ew hêj zêdetir nêzî DYA û Îsraîlê dibin. Baş şer dikin; ji bo ku nebin bûkokeya (kukla) emperyalîzma Amerîkayê, divê em pêşî lê bigirin."   TEKANE RÊYA ÇARESERIYÊ: DIVÊ DYA BIÇE   Dugîn anî ziman ku divê Sûriye yek parçe bimîne û mafê hindekaran bigirin binê ewlehiyê û ev tişt got: "Erebistana Siûdî û Qatar li ber ketinê ye. Hemû qart di destên me de ne. Divê em hemû bi hev re ji DYA'yê re bêjin 'ji bo her tiştên ku te kirin spas, ji Rojhilata Navîn biçe.' Ev tekane rêya ji bo çareseriya Sûriye û meseleya kurd e."   RÛSYA, YPG, ASTANA   Dugîn li ser nirxandinên wekî ku Rûsya dixwaze YPG'ê tev li Astanayê bike jî rawestiya û di vê der barê de jî ev nirxandin kir: "Ez nerazîbûnên Tirkiyeyê fêm dikim, lê her têkiliya Rûsyayê ya bi kurdan re, dê kêrê Tirkiyeyê jî bê. Mesûd Barzanîn di referandumê de got ku 'Amerîka bêdeng ma.' Ji ber ku rêveberiya DYA'yê di nav kosê de ye. Trump heye; ji hêlekê ve dewleta kûr a Amerîkayê, ji hêla din ve hêzên gerdûnî yên piştgiriyê didin kurdan. Li gorî min teqes Amerîkayê piştgirî da Kurdistaneke serbixwe lê ne li Iraqê. Dixwaze Kurdistanê li Sûriyeyê dest pê bike."   ARMANCA BARZANÎ NE SERXWEBÛN BÛ   Dugîn herî dawî da zanîn ku armanca Barzanî ne serxwebûn bû û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Xwest bi Bexdayê re bi awayekî bi hêz li maseyê rûnê. Me daxuyaniyeke hişk ji Rûsyayê di vê der barê de nebihîst... Ji ber ku em di mijara kurdan de gelekî baldar in. Em dixwazin bandora xwe ya li ser wan zêde bikin."