Katalonya bi awayekî yekalî serxwebûna xwe îlan kir 2017-10-27 17:09:35 BARSELONA - Herêma Xweser a Katalonyayê, bi awayekî yekalî serxwebûna xwe îlankir.  Li Îspanyayê hikûmeta navendî hewl dida xweseriya Katalonyayê rawestîne, lê belê Meclîsa Katalonyayê bi awayekî yek alî dengdayîna serxwebûnê kir. Parlementoya Rêveberiya Xweser a Katalonyayê bi awayekî yek alî serxwebûna xwe îlan kir.    Partiya Gel, Partiya Sosyalîs û parlementerên Ciudadanos (Welatiyan) li hemberî veqetîna ji Îspanyayê derketin û avahiya parlementoyê terikandin. Partiya “Junts pel Si”, CUP û “Catalunya Si Que Es Pot” beşdarî dengdayîna serxwebûnê bûn.