Li Nepalê du otobus ketin çem: Herî kêm 66 kes mirin 2024-07-12 16:15:59   NAVENDA NÛÇEYAN - Li herêma Chitwan a ku navenda Nepalê ye hezaz çêbû. Piştî hezazê bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dan.   Li rêya wesayîtan a ku bajarokên Narayanghat û Muglingê bi hev ve girê dide, du otobus ketin ber çem.   Ji herêma Chitwan rayedarekî wiha got: “Du otobusên ku yek ji wan 24, ya din jî 42 rêwî dihilgirtin, ji ber hezazê ketin ber çemê Trishuli.”   Beriya ku wesayît bikevin nav lehiyê, 3 rêwiyan xwe rizgar kirin û niha li nexweşxaneyê tedawî dibînin.   Rayedar got: “Em têkildarî giştî hejmara mirovan, zelal nînin. Çem bilind bû û hîna ti kes nehatiye dîtin.”   Serokwezîr Pushpa Kamal Dahal daxuyanî da û got: “Rêveberiya navendî jî di nav de, ez fermanê didim hemû saziyên dewletê ku bi rengekî bibandor xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bimeşînin.”   Li vî welatê Hîmalaya, ji ber rewşa xirab a rêyan û wesayîtan qezayên tirsnak gelek caran rû didin.