Almanyayê bangî sefîrê Tirkiyeyê kir 2024-07-04 15:38:20   NAVENDA NÛÇEYAN - Lîstikvan Merîh Demîral di maça Turkiye-Awûstûryayê  de îşareta “bozkurtê” kiribû. Almanyayê ji ber vê îşaretê bang li sefîrê Tirkiyeyê kir û xwest bê wezareta karên derve.    Lîstikvanê Tirkiyeyê Merîh Demîral di maça Tirkiye-Awûstûryayê de piştî gola avêtî îşareta “bozkurtê” kiribû û vê îşaretê di navbera Enqere-Berlînê de rê li ber rageşiya dîplomatîk vekir. Li ser vê yekê Tirkiyeyê bangî sefîrê Almanyayê yê li Enqereyê Jürgen Schulz kiribû û rexneya “dijminatiya li biyaniyan” kiribû. Îcar jî Almanyayê sefîrê Tirkiyeyê yê Berlînê Ahmet Başar Şen gazî Wezareta Karên Derve kir û nerazîbûna xwe nîşan da.