Li Mekkeyê herî kêm 577 hecî mirin 2024-06-19 10:50:02   NAVENDA NÛÇEYAN - Di serdena hecê de ji ber nexweşî û germê herî kêm 577 hecî mirin ku 323 ji wan Misrî bûn.   Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) ku spartiye nûçeya AFP'ê, yek ji dîplomatên ereb ragihand ku ji bilî heciyekî di nava qelebalixiyê de birîndar bû û piştre jiyana xwe ji dest da, hemû heciyên jiyana xwe ji dest dan ji ber nexweşiyan û ji germa zêde bû.   Rayedarên misrî diyar kirin ku di serdana hecê de 323 heciyên misrî mirin. Li gorî dîplomatan herî kêm 60 urdunî mirin. Ammanê beriya niha diyar kiribû ku 41 kes mirine.   AFP'ê diyar kir ku ji welatên cuda bi giştî 577 kesên çûne hecê jiyana xwe ji dest dane.   Dîplomatan ragihandin ku 550 cenaze birine yek ji morgên herî mezin ên li Mekkeyê.   Li gorî rayedarên Siûdî îsal milyonek û 800 hezar mirov çûn hecê.   Tûnis, Endonezya, Îran û Senegalê jî ragihandin ku heciyên wan jiyana xwe ji dest dane.   Nehat zanîn gelo ka heciyên ji Kurdistanê û Tirkiyeyê mirin e an na.