Li Berlînê xwepêşandana 'Rojên Diyaloga bi Ocalan re' 2024-06-18 10:22:27 NAVENDA NÛÇEYAN - Endamên Kevana Zêrîn, koroya Widerklang Chor û endamê YJK-E'yê di çarçoveya 'Rojên Diyaloga bi Ocalan re' li Berlînê performansek pêşkêş kirin.   Rêberê PKK Abdullah Ocalan ku zêdeyî 25 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de ye û 39 meh in tu agahî jê nayên wergirtin nikare bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê bike. Di çarçoveya kampanyaya 'Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya demokratîk' ku 10'ê cotmeha 2023'an destpê kir, di navbera 15-22'ê hezîranê de di bin navê 'Rojên diyaloga bi Abdullah Ocalan re' li gelek bajaran çalakî têne lidarxistin. Li paytexta Elmanya Berlînê Kevana Zêrîn û koroya Widerklang Chor bi endamên Yekîtiya Jinên Kurd a li Elmanyayê (YJK-E) li qada Mariannenplatzê di çarçoveya 'Rojên diyaloga bi Abdullah Ocalan re' li dijî tecrîd, îşkence û sîstema qirkirinê ya li Îmraliyê performansek pêşkêş kirin.   Jinên kurd û enternasyonal li ber strana 'Amara' performansa xwe nîşan dan û strana 'Navê we' ya Awazê Çiya gotin.   Piştî performansê kaxizên biçûk ên li ser paradîgmaya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatin nîşandan. Jin bi vî rengî dixwazin fikrên Abdullah Ocalan li nava hemû gelan belav bikin.