Pisporên NY’yê banga naskirina dewleta Filîstînê kirin 2024-06-03 14:21:05   CENEVRE - Pisporên mafên mirovan ên NY’ê bang li hemû dewletan kirin ku dewleta Filîstînê ya serbixwe nas bikin.    Pisporên mafên mirovan ên Neteweyên Yekbûyî (NY) têkildarî mijarê daxuyaniyekî nivîskî parve kirin û ji hemû dewletan xwestin ku dewleta Filîstînê ya serbixwe nas bikin. Pispor ji hemû dewletan xwestin ku wek 146 endamên NY’ê mînak bigirin wiha gotin: “Ev naskirin dê bibe qebûlkirina girîng a têkoşîna mafê gelê Filîstînê, azadiyê û serxwebûnê.”    Pisporên NY’ê di daxuyaniyê de xwestin Filîstîn di her hêlê de bibe xwedî mafê diyarkirina çarenûsa xwe û da zanîn ku ev maf tê wateya hebûna ewlehî û aramiyê, diyarkirina çarenûsa xwe, pêşveçûna azadiyê. Pisporan dan zanîn ku ev yek dê bibe şerta azadiya mayînde ya Filîstîn û Rojhilata Navîn û hat destnîşankirin ku dê ragihandina agirbestiyê û pêkneanîna operasyona leşkerî ya Refahê dê bibe destpêkekî vê yekê.    Daxuyanî bi bîr xist ku Dewleta Filîstînê 15’ê mijdara 1988’an de wek Rêxistina Rizgariya Filîstînê (FKO) wek fermî hatiye ragihandin, Îsraîlê ji sala 1967’an ber bi îro ve deverên dîrokî yên Filîstînê dagir kiriye û diyar kir ku dewleta Filîstînê ji hêla piraniya dewletên endamên NY’ê ve ji 28’ê gulana 2024’an ve hatiye naskirin.    Pisporan anîn ziman ku ew ji hêla Norveç, Îrlanda û Îspanyayê ve naskirina dewleta Filîstînê kêfxweş bûne û wiha gotin: “Çareseriya ji bo her du dewletan, hem ji bo Filîstînê hem ji bo Îsraîlê  riya aştî û ewlehiya mayînde û derketina ji çerxa tundî û kînê ye.”    LI XEZAYÊ AGIRBEST, LI FILÎSTÎNÊ EDALET   Di daxuyaniyê de hat gotin ku fermana girtina derbarê Serokwezîrê Îsraîlê, Wezîrê Parastinê û rayedarên payebilind ên Hamasê ên bi gumana sûcê şer û sûcên li dijî mirovahiyê, ji hêla Dadgerê Dadgeha Cezayê Navneteweyî, helwesta dawîkirina dagirkeriya axên Filîstînê û hesabdayînê nîşan dide. Di dawiya daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Biryara Dîwana Edaletê ya Navneteweyî (DEN) ya dawîkirina operasyonên leşkerî, biryara vekirina demildest ya deriyên sînor ê Refahê ku dê alîkariyên mirovî werin derbaskirin û destûrdayîna bêsînor a mekanîzmayên NY’yê, hewldanên DEN’ê yên pakanîna edaletê ya li Filîstînê û sekinandina rijandina xwînê ya Xezayê temam dike.”    Navên pisporan wiha ne:   *Pisporê Serbixwe yê Pergala Demokratîk û Adîlane yê Navneteweyî, George Katrougalos   *Raporvana Taybet ê Rewşa Mafên Mirovan ên Axên Filîstînê Yên ji 1967’an Ber bi Îro ve, Francesca Albanese   *Tlaleng Mofokeng, Herkesin Mümkün Olan En Yüksek Fiziksel ve Zihinsel Sağlık Standartlarından Yararlanma Hakkı Özel Raportörü   *Raporvana Taybet ê Sûdgirtina Şert û Mercên Herî Pêkan ên Fizîkî,  Ferasetî û Tenduristiyê yên ji bo Her Kesî, Tlaleng Mofokeng   *Pispora Mafê Mirovan û Piştevaniya Navneteweyî ya Serbixwe, Cecilia M Bailliet   *Raporvana Taybet Teşwîqkirin û Parastina Mafên Mirovan a Têkildarî Guherîna Avhewayê, Elisa Morgera   *Raporvana Taybet a Nijadperestiya Nûjen, Cihêkariya Netewî, Dijminatiya Biyaniyan û Şêwayên ji Hev Acizbûnê, Ashwini K.P.   *Carlos Salazar Couto (Başkan-Raportör), Michelle Small, Ravindran Daniel, Jovana Jezdimirovic Ranito, Sorcha MacLeod, Paralı Askerlerin Kullanımı Çalışma Grubu   Koma Xebatê ya Bikaranîna Leşkerên Bipere, Carlos Salazar Couto (Raporvanê Serok), Michelle Small, Ravindran Daniel, Jovana Jezdimirovic Ranito, Sorcha MacLeod   *Raporvana Taybet a Mafê Perwerdeyê, Farida Shaheed   *Raporvana Qada Mafên Çandî, Alexandra Xanthaki   * Raporvana Tayabet a Înfazên Bêyî Darizandin, Bilez û Keyfî, Morris Tidball-Binz   * Raporvanê Taybet ê Mafê Vexwarina Ava Ewle û Sanîtasyonê, Pedro Arrojo-Agudo   * Raporvana Taybet a Bazirganiya Mirov, Jin û Zarokan, Siobhán Mullally   * Raporvana Taybet a Mafê Mirovên ji Cih û Warên Xwe Hatine Dûrxistin, Paula Gaviria Betancur    *Raporvanê Taybet ê Xizaniya Giran û Mafê Mirovan, Olivier De Schutter   *Koma Xebatê ya Mafê Gundiyên li Gundan Dixebitin û Mirovên Din, Geneviève Savigny (Serok Raporvan), Carlos Duarte, Uche Ewelukwa, Shalmali Guttal, Davit Hakobyan   *Raporvanê Taybet ê Mafê Gelên Xwecihî, José Francisco Calí Tzay    *Raporvanê Taybet ê Mafê Pêşketinê, Surya Deva   *Raporvanê Taybet ê Şêwaz, Sedem û Encamên Koletiya Nûjen, Tomoya Obokata   MA / Ruştu Demîrkaya