Rûsyayê çolterên Laziqiye û Idlibê bombebaran kir 2024-05-23 15:05:05 NAVENDA NÛÇEYAN - Balafirên şer ên Rûsyayê çolterê bajarên Idlib û Laziqiyeyê bomberan kirin.    Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) daxuyaniyek parve kir û da zanîn ku piştî bêdengiya du mehan, balafirên şer ên Rûsyayê gelek gund û bajarokên “Herêma ji çekan hatiye safîkirin” bombebaran kiriye. SOHR’ê destnîşan kir ku Rûsyayê eniya Kebaneyê ya herêma Cebel El Ekrad û gundên Şenan, Ihsîm, Riwêha û Merbelîtê yên herêma Cebel El Zayiye ya li başûrê Idlibê bombebaran kiriye.