Şandeya Rêveberiya Xweser çû serdan Swêdê 2024-05-23 14:59:52 NAVENDA NÛÇEYAN - Şandeyeke Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Swêdê hevdîtinên dîplomatîk kir û têkildarî rewşa herêmê agahî da.    Şandeyeke ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Ewropayê çendek hevdîtinê dîplomatîk kir û çû serdana Swêdê. Nûnerê Rêveberiya Xweser ê Ewropayê Ebdulkerîm Omer û nûnerê Rêveberiya Xweser ê Îskandînavyayê Şiyar Elî di şandeyê de bûn. Şandeyê bi Endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya Parlamentoya Swêdê û Berdevkê Têkiliyên Derve yê Partiya Çepgir a Swêdê Hakan Svenneling re hevdîtin kir. Hevdîtin li Navenda Nûnertiya Rêveberiya Xweser a li Stockholmê pêk hat.   Nûnerên Rêveberiya Xweser rewşa Sûriyeyê, geşedanên li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, astengiyên li pêşiya Rêveberiya Xweser û xetereya endamên DAIŞ’ê bi aliyê swêdî re parve kirin. Nûnerên Rêveberiya Xweser gotin ku êrişên dewleta tirka ewlehiya herêmê xirab dike, têkoşîna li dijî DAIŞ’ê asteng dike. Her wiha anîn ziman ku êrişên li ser binesazî û navendên xizmetê bi sedhezaran kes ji xizmetên mirovî bê par hiştine.   Nûnerên Rêveberiya Xweser bal kişandin ser Hevpeymana Civakî ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hilbijartinên şaredariyan ku dê 11’ê hezîranê de bên lidarxistin.    Hakan Svenneling jî diyar kir ku civata navneteweyî bi pirsgirêkên din wekî aloziya Ukrayna û Rûsya û şerê Îsraîl û Hemasê ve mijûl e û pirsgirêkên din ên wekî “terorê” paşguh dikin. Svenneling, wiha got: “Mijara terorê gelekî girîng e, nabe were paşxistin. Xetereya wê li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û tevahî cîhanê mezin e, lew ra divê ev pirsgirêk di çarçoveya eleqedayînê de be. Divê di hemû qadan de piştgiriya Rêveberiya Xweser were kirin û li hemberî terorê bi tenê neyê hiştin.”   Svenneling ji bo hilbijartinan jî ev tişt anî ziman: “Ev nîşan dide ku Rêveberiya Xweser tevî astengiyan jî bi projeya xwe ya demokratîk ve girêdayî ye û bi israr e ku projeya xwe ya demokratîk bidomîne.”   Her du aliyan jî diyar kirin ku divê hevdîtin dewam bikin û ji bo xurtkirina têkiliyên Rêveberiya Xweser û Swêdê xebat bên kirin.