Êrîşên zayendî herî zêde di wesayîtên rêwîtiya komî tên jiyîn 2017-10-13 14:18:43 NAVENDA NÛÇEYAN - Bi anketan hat ispatkirin ku li cîhanê jin herî zêde di wesayîtên rêwîtiya komî de rastî êrîşên zayendî tên.  Hemû jinên cîhanê bi êrîşên zayendî yên dinava civakê de heyî rû bi rû ne. Ev pirsgirêkek herî mezin a cîhanê ye. Li gorî neçeya BBC’ê ya Tirkiyeyê, di anketeke li Îngîltereyê hat kirin de, her roj ji 10 jinan 4 jê li bajêr talûkeyên li ser xwe hîs dikin. Li gorî lêkolînek din jî, li bajarê Delhî yê Hindisatanê ji rojê ji her 10 jinan 9 jê rastî êrîşên zayendî tên. Pirgirêkên êrîşên zayendî herî zêde di wesayîtên rêwîtiya komî de tên jiyin. Li gorî anketa Mexîco Cîty amade kirî, ji sedî 90 jin xwe di wesayîtên rêwîtiya komî de bê ewle hîs dikin. Êrîşên zayendî yên di metroya New York de ji sedî 86 derbasî fermiyetê nebûne.