Li Çînê mexdûrên erdhejê li dijî sermayê têdikoşin 2023-12-20 12:51:24 NAVENDA NÛÇEYAN - Piştî erdheja li Çînê herî kêm 127 kesan jiyana xwe ji dest dan. Kesên di bin kavilan de mane û yên avahiyên wan hilweşiyane, li dijî sermaya 15 derece di bin sifirê de, li ber xwe didin.     Li Eyaleta Gensû ya bakurê rojhilatê Çînê ku yek ji eyaletên herî xizan e, duh bi pileya 6.2’yan derhejek çêbû û herî kêm 127 kes jiyana xwe ji dest dan. Di erdhejê de herî kêm 700 kes jî birîdar bûn. Herêma erdhejê ji ber bilind e, serma zêde ye û di bin kavilên xaniyên hilweşiyayî de lêgerîna kesên berdewam dike. Tê payîn ku dê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane zêdetir jî bibe. Hat zanîn ku tunebûna av û ceyranê, xebatên lêgerînê yên li hin herêman asteng dike.    Serokê Tîma Karûbarên Lêgerîn û Xelaskirinê yê BluSky Wang Yî yê ji BBC’yê re axiviye anî ziman ku sarmaya heyî dê bêhtir bibe sedema mirina kesên di bin kavilan de. Ev der ji Tirkiyeyê sartir e. 15 derece di bin sifirê de ye. Tîmên ji hêrêmên din tên vê derê, di xebatên lêgerîn û xelaskirinê de zehmetiyê dikêşin.