Îsraîlê li Xezeyê êrişî dêrê kir: Dayik û keça wê hatin qetilkirin 2023-12-17 13:31:35   NAVENDA NÛÇEYAN -Hat destnîşankirin ku hêzên artêşa Îsraîlê li Xezeyê êrişî dêrê kir û di êrişê de dayik û keça xwe hatin qetilkirin.     Di encama êrişên Îsraîlê yên heta niha li dijî Xezeyê de herî kêm 19 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane. Hat destnîşankirin ku ji destpêka şer heya niha cihûyên xwe spartina dêreke katolîkan jî, gelek caran hatine hedefgirtin. Patrîktiya Latînan a li Qudsê daxuyand ku dayîk û keça wê di Dêra Latîn a Malbata Pîroz de ji hêla tîmên sûîqestê yên Îsraîlê ve hatine kuştin.    Patrîktiya Latîn a Qudsê li ser hesaba xwe ya X’ê daxuyanî da û diyar kir ku 2 jinên cihû duh (16’ê kanûnê) dema di nava Dêra Rahîbeyan de dimeşiyan, ji hêla tîmên sûîqestê yên Îsraîlê ve hedef hatin girtin û hatin kuştin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku beriya êrişê tu hişyarî nehatine kirin û ev agahî hatin parvekirin: "Di nava sînorên dêra ku tu şervan tê de tunebûn de bi awayeke hovane hatin kuştin. Yek ji wan dema ku ya din dibir ciheke ewletir, hate kuştin. 7 kes jî dema ku hewl didan kesên di nava sînorên dêrê de rizgar bikin, birîndar bûn.”   JI PARLAMENTERÊ INGILISTANÊ DAXUYANIYA FOSFORÊ   Parlamenterê Partiya Demokrasiya Lîberal a Ingilistanê Leyla Moran jî destnîşan kir ku gelek xizmên wê di nava dêrê de asê mane û diyar kir ku ji ber av û xwarina malbata wê kêm bûye, hindik maye ku ji birçînan bimirin.    Moran, artêşa Îsraîlê bi bikaranîna “fosfora spî” sûcdar kir.