Îsraîlê peymana dîlgirtiyan a bi Hamasê re qebûl kir 2023-11-22 10:22:00   NAVENDA NÛÇEYAN - Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahû diyar kir ku dê dîlgirtî kom bi kom bên berdan.    Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahû piştî Qebûneya Şer daxuyanî da. Netanyahû diyar kir ku dê rehîne gav bi gav bên berdan. Netanyahû, diyar kir ku di çarçoveya peymanê de dê Xaça Sor xwe bigihîne dîlgirtiyên di destê Hamasê de û piştgiriya tenduristiyê ya pêwîst bide.    Netanyahû, got ku tevî agirbesta demkî jî dê li Şirîda Xezeyê şerê bi Hamasê re berdewam bike.    ÎXTÎMALA AGIRBESTA JI BO 5 ROJAN    Li gorî rapora çapemeniya Îsraîlê, di çarçoveya lihevkirinê de dê nêzî 150 jin û zarokên di girtîgehên Îsraîlê de bên berdan û Hamas jî dê 50 jin û zarokên îsraîlî berde. Li gorî nûçeyan, dê li Xezeyê ji 3 heta 5 rojan “navbera însanî” bidin şer û dê alîkariya mirovî û sotemeniyê ji bo Xezeyê biçe.    Hat zanîn ku peyman bi navbeynkariya Qeterê hatiye kirin.