Li Îranê rojnamevanî: Nûçe derew be tu azad î, rast be tu girtî yî! 2023-11-16 09:08:06   WAN - Li Îranê piştî qetilkirina Jîna Emîniyê çapemeniya azad paşvetir çûye. Rojnamevan Şêroo Urmiye got: "Ger nûçe li gor bîrdoziya dewletê bin û derew bin jî, sûc nayên hesibandin. Lê berevajî wê wekî sûc tên qebûlkirin."    Li gor Rapora 2023'yan Azadiya Çapemeniyê ya Rojnamevanên Sînornenas (RSF); Îran, di nava 180 welatan de di rêza 177'an de ye. Nayê zanîn ku li welêt çend rojnamevan girtî ne. Li gor hin rojnamevanên li Îranê, 70-100 rojnamevan girtî ne. Lê hejmara rojnamevanên doz li wan hatine vekirin jî pir zêde ne. Rojnamevanên muxalif ên polîtîkayên rejîmê rexne dikin jî du rê li wan tên ferzkirin; terikandina welêt yan jî girtîgeh.    Piştî 16'ê îlona 2022'yan, qetilkirina Jîna Emîniyê ku ji aliyê polîsên Îrşadê ve hat kuştin, li Îranê zextên li ser rojnamevanan jî zêde bûn. Rojnamevan Nazîla Maroofîan ku hevpeyvîn bi bavê Emîniyê re kir, 4 caran hat girtin. Maroofîan herî dawî ji bêgavî çû bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistana Federe. Rojnamevan Mehdî Asfharzadeh ku ji ber zextan koçî Tirkiyeyê kir, li SÊwazê dawî li jiyana xwe anî. Rojnamevanên mayî jî, qewimînên li welêt bi bernavan li ser hesabên medyaya sanal belav dikin.    Rojnamevanekî li bajarekî Îranêd ijî û xwest navê wî wekî "Şêroo Urmiye" bê nivîsandin, rewşa dawî ya Îranê ragihand.    'HERÎ KÊM 33 ROJNAMEVAN GIRTÎ NE'   Urmiye bilêv kir ku li Îranê gava rojnamevan nûçeyên l gor dilê rejmê çêbikin "azad" in û got: "Rojnamevanên rastiyê radigihînin tên girtin û yên li ser navê dewletê nûçeyên derewîn çêdikin jî serbest in. Em wiha texmîn dikin ku di navbera 71-100 rojnamevanên girtî hene. Ji van rojnamevanan 33 jê jin in. HIn jê ceza li wan hatiye birîn û hin jê jî darizandina wan didome. PIştî qetilkirina Jîna Emîniyê zextên li ser rojnamevanan jî zêdetir bûn. Ger nûçe li gor bîrdoziya dewletê bin, dewre bin jî ne sûc e. Lê gava berevajî wê bin, rast bin jî wekî sûc tên hesibandin. Dewletê rojnamevanan bi 3 sûcan didarizîne; nûçeyên li dijî dewleta Îranê, nûçeyên derewîn û sîxurtiya ji bo dewletên biyanî. Dewleta Îranê rojnamevanan bi van her sê îdiayan digire û cezayê giran li wan dibire."    DU ROJNAMEVANIYÊN CUDA   Urmiye destnîşan kir ku rojnamevan tenê bi xetereya girtinê re rû bi rû namînin û got: "Em bi pirsgirêkên aborî û civakî re jî rû bi rû ne. Ger rojnamevanek di saziyeke dewletê yan jî saziyeke nêzî dewletê de bixebite, di warê aborî û civakî de bi tu pirsgirêkan re rû bi rû namîne. Hema bibêje hemû derfetên dewletê bi dest wan dikevin. Lê ger rojnamevan muxalif be, rewş diguhere. Hem di warê aborî de bi pirsgirêkan re rû bi rû dimînin hem jî bi xetereya girtinê re. Hejmara rojnamevanên di sektra taybet de pir kêm in. Ew jî bi tirs rastiyê radigihînin. Saziyên ku rastiyê dinivîsin tên girtin û rojnamevan jî tên hepskirin. Hemû saziyên çapemeniyê yan girêdayî dewletê ne yan jî di bin çavdêriya dewletê de ne. Ger tu nûçeyan ji bo berjewendiyên dewletê çêbikî, azadiyeke hetahetayê didin te. Lê gava tu diziyeke dewletê, nelirêtiyeke dewletê yan jî kêmasiyeke wê binivîsî, an tu di girtîgehê de yî, an jî tu bi qedexeya siyasî re rû bi rû dimînî."    Urmiye bilêv kir ku rêxistinên çapemeniyê yên navneteweyî ji bo van pirsgirêkên rojnamevanên Îranê tenê qîma xwe bi daxuyaniyan tînin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Divê zorê bidin dewletên Ewropayê ku dewleta Îranê dawî li van zextên xwe yên li ser rojnamevanan bîne."    MA / Berîvan Kûtlû