Li Gabonê leşkeran dest danîn ser rêveberiya welêt 2023-08-30 10:54:12   NAVENDA NÛÇEYAN - Piştî ragihandina encamên hilbijartinê yên li Gabonê, komeke leşkeran ragihandin ku dest danîne ser rêveberiyê.    Di dawiya hefteyê de li Gabonê zêdetirî 800 hezar hilbijêran di hilbijartinên herêmî de ji bo hilbijartina parlamenter, endamên meclisa neteweyî û serokkomar dengê xwe dan. Serokkomarê Gabonê yê 64 salî Alî Bongo Ondimba di sala 2009’an de ev peywir ji bavê xwe dewr girtibû ku bavê wî Omar Bongo Ondimba 41 salan li ser peywirê bû. Ondimba di hilbijartina dawî de cara sêyemîn hate hilbijartin.    Dema dengdayîn didomiya de bi hinceta “bûyerên tundiyê” biryara qedexeya derketina derve hate ragihandin. Pêşengê muxalefetê Ondo Ossa jî ragihand ku di hilbijartinan de hîle hatiye kirin.    LEŞKERAN: ME BIRYAR DA KU AŞTIYÊ BIPARÊZIN   Komeke leşkeran piştî ragihandina encamên hilbijartinê ketin avahiya televîzyona neteweyî û diyar kirin ku dest danîne ser rêveberiya welêt. Leşkeran, di daxuyaniya xwe de diyar kirin ku hilbijartin hatine betalkirin û sînorên welêt hatine girtin Bi domdarî wiha hate gotin: “Weke hêzên parastin û ewlehiyê, em di Komîteya Derbasbûn û Restorasyonê (CTRI) de bûne yek. Li ser navê gelê Gabonê em vê rejîmê bi dawî dikin û me biryar da ku aştiyê biparêzin.”    Hat zanîn ku li navenda paytexta Gabonê Librevilleyê dengê çekan tê bihîstin.