Îsraîlê êrişî balafirgeha Helebê kir 2023-08-28 11:15:42   NAVENDA NÛÇEYAN - Îsraîlê îro di danê sibehê de êrişî balafirgeha Helebê ya Navneteweyî kir.     Ajansa Nûçeyana a Sûriyeyê (SANA) ragihand ku artêşa Îsraîlê îro di danê sibehê de êrişî balafirgeha Helebê ya Navneteweyî kir. SANA'yê da zanîn ku di êrişê de xisar gihişt balafirgehê û êdî nema dikare xizmetê bide.      Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê jî da zanîn ku balafirên Îsraîlê hundirê balafirgehê û depoyeke çekan a milîsên Îranê ya li nêzî balafirgehê hedef girtiye.    Heta niha çi daxuyanî nehatine dayîn bê ka di êrişê de kuştî û birîndar hene yan na.