Rojnamevan Maroofian cara sêyemîn hate girtin 2023-08-14 23:39:29   WAN - Rojnamevan Nazila Maroofian ku bi bavê Jîna Emînî ya ji aliyê rejîma Îranê ve hate qetilkirin re hevpeyvîn kiribû, cara sêyemîn hate girtin.    Rojnamevan Nazila Maroofian ku bi bavê Jîna Emînî ya ji aliyê rejîma Îranê ve hate qetilkirin re hevpeyvîn kiribû, cara sêyemîn hate girtin. Maroofian a herî dawî di 9’ê tîrmehê de li mala xwe ya li Tehranê hatibû binçavkirin, piştî pêvajoya girtinê ya 36 rojan bi kefaleta 300 milyon riyalên Îranê di 13’ê tebaxê de hatibû berdan. Maroofian di saetên êvarî de careke din hate girtin û sewqî Girtîgeha Qarchak a li Varamînê hate kirin.    Têkildarî ku Maroofian çima hatiye girtin tu daxuyanî nehatin dayîn.