Li Pekînê lehî rabû. 11 kes mirin û 27 kes jî winda ne 2023-08-01 10:54:52 NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Pekînê lehî rabû. Di lehiyê de 11 kes mirin û 27 kes jî winda bûn.    Li paytexta Çînê Pekînê baraneke zêde bariya. Ji ber barana zêde li gelek deverên bajar lehî rabûn. Di karesata lehiyê de 11 kes mirin û 27 kes jî winda bûn. Hat zanîn ku ji kesên mirîn 2 jê xebatkarên rizgarkirinê ne.    Xebatkarên lêgerîn-rizgarkirinê ji bo dîtina 27 kesên winda bûn, xebatên xwe yên li herêmê didomînin. Hat ragihandin ku ji kesên winda 4 jê xebatkarên lêgerîn-rizgarkirinê ne.